Tîrmeh 04, 2020 13:50 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê diçe pêşberî tîma Sûriyê

Şagirtên Skoçîç di pêşbirkeke amadekariyê da dê biçin pêşberî Tîma Neteweyî ya Fûtbala Sûriyê.


Ajansa Fars Newsê ji zarê malpera "Syria Pro Sport"ê ragihand ku federasiyona Sûriyê jibo lidarxistina 2 pêşbirkên amadekariyê digel tîmên neteyî yên Îran û Iraqê jibo amadekirina tîmê bona pêşbirkên bijartina Kapa Cîhanî-2022 biryar da.

Biryar e pêşbirkên  Tîma Neteweyî ya Fûtbala Sûriyê digel Îranê roja 3ê Îlonê û digel Iraqê roja 8ê Îlonê bên lidarxistin.