Hezîran 30, 2020 17:21 Asia/Tehran
  • UEFA: Fînala Heşt a Lîsbon hîn jî maye

Li gor IRNA, Yeketiya Fûtbolê ya Ewropayê (UEFA) ragihand ku tevî amadekirina paytexta Portugalê ji bo vegeriya ser rewşa karantîneyê ji ber berfirebûna pandemiya Koronayê , ti bernameyek din ji bo lidarxistina berdewamiya Lîga Sampiyonan a Ewropayê li Lîsbonê tineye û lidarxistina pêşbirkeyan hîn batil nebûye.

Belavoka Ekip ji zarê UEFAyê nivîsiye: UEFAyê bi Fedrasiyona Fûtbolê ya Portugalê û bi rayedarên xwecî re hertim di bêwendiyan de ye . Em hêvîdar in her tişt li gor xwesta dilê me pêş ve here û rewş ji bo lîstikan li Portugalê amade bibe. Di vê rewşê de  Plan B hewce nake. Her roj em rewşê dinirxînin û ger pêwîst bike emê riyeke din berçav bigirin.

UEFA despêka vê mehê diyar kir ku Lîga Qehremanan ya vê demsalê ku ji meha Adarê ji ber Pandemiya Koronayê hatibû rawestandin , wê bi beşdariya heşt tîmên fînalê li torenmenta biçûk ya 12 heya 23 Tebaxê li Lîsbona Portugalê were berdewamkirin.

Lêbelê hikûmeta Portugalê hefteya borî ragihand ji ber berfirebûna pandemiya Koronayê li paytextê xelk bi tenê ji bo kirîna tiştên pêwîst û çûna ser karê xwe dikarin ji malê derkevin. Ev rewşa ji yekê heya 14 Tîrmehê wê berdewam bike.