9 werzişkarên îranî pişka Par-olempîka Tokyoyê bidest xistin
Çile 14, 2020 16:37 Asia/Tehran
Serokê Fêdêrasyona Werzişkarên Nabîna û Kêmbîna yên Îranê got: "9 werzişkarên îranî di 3 çiqan de pişka Par-olempîka Tokyoyê bidest xistin."
Mihemedriza Mezlûmî Serokê Fêdêrasyona Werzişkarên Nabîna û Kêmbîna yên Îranê îro li koma nûçegîhanan got: "9 werzişkarên îranî di çiqên Futbol, Codo û Bezê da pişka Par-olempîka Tokyoyê bidest xistin."
Fêdêrasyona Werzişkarên Nabîna û Kêmbîna yên Îranê werzişên Golbal, Şetrenc (kişik), Futbola Pênckesî, Bez, Pawerlîftîng, Codo, Duçerxeajotin û Somerîyê digire ber xwe.