Mijdar 10, 2019 17:48 Asia/Tehran
  • Kapa Navparzemînî ya Futbola Perravê; Îranê ji Spanyayê bir û bû qareman

Tîma Futbola Perravê ya Komara Islamî ya Îranê ji tîma Spanyayê bir û bû qaremana pêşbirkên Kapa Navparzemînî ya Futbola Perravê.

Tîma Futbola Perravê ya Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî di pêşbirka FÎnalê ya pêşbirkên Kapa Navparzemînî ya Imarat -2019`ê de derket pêşberî tîma xurt a Spanyayê û karî 6-3 lê bibe,

Tîma Futbola Perravê ya Komara Islamî ya Îranê bi vê serketinê jibo cara sêyem bidûhev bû qaremana Kapa Navparzemîn û karî li rex Brazîl û Ûrsêtê bibe yek ji tîmên dîroka wan pêşbirkan ku gellek şanazî  bidest xistine.

Tîma Futbola Perravê ya Komara Islamî ya Îranê di wan pêşbirkan de ji tîmên Mekzîk, Misr, Imarat, Ûrsêt, Imarat û Spanyayê bir. 

Di pêşbirka rêzebendîyê de jî tîma Imaratê karî 2-1 li tîma Ûrsêtê bibe û di rêza sêyem de cî bigire.

Pêşbirkên Futbola Perravê ya Kapa Navparzemînî ya Imarat -2019`ê bi pişkdarîya 7 tîmên sereke yên cîhanê yanî Îran, Ûrsêt, Mêkzîk, Misr, Îtalya, Spanya û Japonê bi mazûvanîya Imaratê hatin lidarxistin.