Têkwandokarê îranî ji reqîbê xwe yê biratyayî bir
May 17, 2019 19:14 Asia/Tehran
Emîrmuhemed Bexşî têkwandokarê îranî di kêşa -74 kg di Pêşbirkên Têkwandoya Qaremanîya Cîhanê li Manchestera Birîtanyayê de 10-6 li Kirîstîyen Meknîş reqîbê ji vî welatî bir û derbasî qonaxa din bû.
Bîstûçaremîn dewra pêşbirkên Têkwandoya Qaremanîya Cîhanê ya sala 2019`ê ji duh ve bi pişkdarîya 975 têkwandokarên ji 150 welatên cîhanê ji 16`ê Gulanê ve bi mazûvanîya Manchestera Birîtanyayê destpê bûye û ew pêşbirkana dê 5 rojan bidomin.