-
Avahiya HDP'yê ya Stenbolê hat dorpêçkirina da ku pêşî li xwendina daxuyaniya derbarê tevkujiya Zaxoyê were girtin
Tîrmeh 25, 2022 00:50Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê li ber kombûna gel li ber avahiya HDP'yê li Stenbolê ku bi nîşana nerazîtiya li hemberî tevkujiya Zaxoyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê va pêk hatibû, girt.
-
Balyozê Swêdê yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin
Tîrmeh 24, 2022 12:30Balyozê demkî yê Swêdê yê Enqerê, ji ber xwepêşandana alîgirên PKK'yê li bajarê Gothenburgê yê Swêdê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.
-
Li Edîrneya Tirkiyê 215 koçberên Efxan tên deportkirin
Tîrmeh 24, 2022 12:21Li Navenda Koçberan a li bajarê Edîrne ya Tirkiyê 215 koçberên Efxan ku biryar e bo welatên xwe bên deportkirin bo Stenbolê hatin şandin.
-
Rapirsî: Ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin aborî nebaş e
Tîrmeh 24, 2022 12:20Li gor rapisiyeke Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin, rewşa aborî nebaş e û di nav 27 welatan de Tirkiye yekem welat e ku herî kêm baweriya xelkê bi aboriya welatê wan tê.
-
Tirkiye girtina dibistanên tirkî yên li Yewnanîstanê protesto kir
Tîrmeh 23, 2022 12:32Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê çalakiya Yewnanîstanê ya girtina dibistanên Tirk-zimanan li Trakyayê şermezar kir.
-
Êrîşa sîber li ser malpera Turkish Airlines
Tîrmeh 23, 2022 11:39Çavkaniyên iraqî êrişa sîberî li ser malpera Turkish Airlines (Rêhewayên Tirkiyê) ragihandin.
-
Hevserokê HDP'yê Divê hikûmeta Tirkiyê were sekinandin
Tîrmeh 22, 2022 06:37Mîdhat Sencer hevserokê HDP'yê li axiftinekê tevî şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ragihand ku partiya wî wê ji bo darizandina sebebkarên vê cinayetê hewl bide.
-
Daxwaza Erdogan ji Rûsya û Îranê piştî civîna Astanayê
Tîrmeh 21, 2022 08:11Serokomarê Tirkiyê ji Tehran û Moskowê xwest ku di şerê dijî komên têrorîst li bakurê Sûriyê alîkariya Enqerê bikin.
-
HDP: Berpirsiyara Komkujiya Zaxoyê ku duyemîn komkujiya Roboskî ye, dewleta Tirk e
Tîrmeh 21, 2022 06:32HDPê di daxuyaniya xwe ya derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ya li Zaxoyê de got “Berpirsiyarê vê qetlîama ku wê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, di aliyê siyasî û hiqûqî de desthilata Tirkiyê ye. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.”
-
Tirkiyê xwe ji bin barê berpirsatiya bombebarana Zaxoyê direvînê û di vê barê de daxuyaniyek belav kir
Tîrmeh 21, 2022 04:57Wezareta Derve ya Tirkiyê ku artêşa vî welatî bi bombebaran û topbarana seyrangeheke Zaxoyê bi dehan kesên sivîl kuştin û birîndar kirin, li ser vê bombebaranê daxuyaniyek belav kir û hewl da ku Tirkiyê ji bin barê berpirsatiya vê cinayetê derxe.