-
Efrîna dagirbûyî; Teqînek rû da
Çirî 20, 2020 07:37Çavkaniyên sûrî qala teqîna bombeyekê li nêzikî nexweşxaneyeka navenda bajarê Efrînê li parêzgeha Heleba Sûriyê kirin.
-
Li Bakur û Rojhilata Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi koronayê ketin
Çirî 20, 2020 07:32Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihîşt zêdetirî 3 hezar kesî.
-
Êzidiyên Efrînê: Destê dewleta Tirkiyê di lihevkirina Şengalê de heye
Çirî 20, 2020 07:31Êzidiyên Efrînê rave kirin ku ew lihevkirina dawîn a di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de têkildarî rêveberiya Şengalê, red dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew baş dizanin ku dewleta Tirkiyê li dû wê lihevkirinê ye.
-
Girkê Legê - Mêvanxaneya dawî ya herêmê mîrasa pêşiyan tîne bîra şêniyan
Çirî 20, 2020 07:30Mêvanxaneyên li gundan roleke girîng di çanda civakî ya Kurdan de dilîst. Cihê kombûnê û sepandina têkiliyên hezkirinê di navbera şêniyan de û parvekirina tecrubeyên jiyanî bûn. Şêniyên gundê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê hîna mêvanxaneya gundê ya ku vedigere 150 sal berê, diparêzin.
-
Têrorîstên girêdayî bi Tirkiyê mal û heyitiyên gundên bakurê Helebê talan dikin
Çirî 20, 2020 07:10Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li parêzgeha Helebê bi daxuyaniyekê cinayetên nû yên komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê vê parêzgehê aşkira kir.
-
Şandeyekî Amerîkayê serdana Şamê kir
Çirî 19, 2020 11:03Serdana şandeyekî Amerîkayê bo Şam a paytexta Sûriyê û rêkeftinek li gel serokomarê Sûriyê aşkera bû.
-
Meclisa Ermeniyan a Hesekê banga têkoşîna li dijî qirkirinê kir
Çirî 18, 2020 17:21Meclisa Civakî ya Ermeniyan li Herêma Hesekê îşaret bi girîngiya bilindkirina asta civakê di hemû qadan de kir, da ku li hemberî siyasetên qirkirinê bisekinin.
-
Şandeya siwêdî serdana koçberên Serêkaniyê kir
Çirî 18, 2020 17:19Şandeya siwêdî der barê xebata kêm a rêxistinan li kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê mat ma û soza vegera şêniyên li malên wan da.
-
Li Ezaza Sûriyê otomobîla dadwerekî hat teqandin
Çirî 18, 2020 14:04Li bajarokê Ezazê ser bi parêzgeha Helebê, bombeyeke ku di otomobîla dadwerekî de hatibû bicîhkirin hat teqandin û di encam de dadwer bi giranî birîndar bû.
-
Li Kobanê cotkaran dest bi amadekariyên mewsima nû kirine
Çirî 18, 2020 04:48Cotkarên Herêma Kobanê dest bi amadekariyên mewsima nû ya çandiniyê kirine. Lê buhabûna madeyên çandiniyê ji wan re dibe pirsgirêk. Gerînendetiya Çandiniyê ya Kobanê diyar kir ku dest bi belavkirina tov û semadê li cotkaran kiriye.