-
Helwesta Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne dostane ye u Ocalan bûye Alîkarê wan
Çile 28, 2026 02:01Henîfî Eren - Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR
-
Erdogan: Nabe li Sûriyê dewlet di nava dewletê de hebe
Çile 27, 2026 17:02Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê ragehand ku li Sûriyê nabe dewlet di nava dewletê de hebe û hêzeke çekdar ya cuda hebe û tekez kir: Bang li birayên xwe yên kurd dikim nekevin nav lîstikên ku mebesta wan lihevxistina biratiya me ya hetahetayî û çêkirina fitne û duberekiyê di nav me de ye.
-
Li Iraqê hilbijartina serokkomar paşde ket bona ku PDK û YNK li hev bikin
Çile 27, 2026 16:02Civîna fermî ya parlemana Iraqê jibo hilbijartina serokkomar paşde ket. Ev biryar piştî wê hat dayîn ku PDK û YNK daxwaza derfeta zêdetir kirin jibo ku li ser berbijarekî hevbeş an şêwaza çûyîna nav parlemanê li hev bikin.
-
Çaremîn Festîvala Sînemayî ya Îranê li Malezyayê ji 3ê Sibatê va
Çile 27, 2026 15:22Rawêjkarê Çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li Malezyayê got: Rêûrisma bidawîanînê ya Çaremîn Festîvala Sînemayî ya Îranê li Malezyayê dê roja 3ê Sibata 2026an were lidarxistin û ekrana fîlman dê ji 6 heta 8ê Sibatê were domandin.
-
Berdewambûna nerazîbûnên dijî Trump berfireh li bajarên Amerîkayê
Çile 27, 2026 15:22Di nerazîbûnên li Mînyapolîsê de, xelkê Şîkagoyê jî xwepêşandenek bona protestokirina siyasetên Donald Trump û Dayira Koçberiyê li dar xistin.
-
Lawazbûna demokrasiyê li Îngilîsê
Çile 27, 2026 15:07Lawazbûna demokrasiyê li gelek welatên rojavayî yên mîna Inglîzê niha bûye yek ji mijarên bingehîn li derûdorên siyasî û medyayê.
-
Rêberê şîeyên Behreynê:Bi milyonan kes amade ne xwe bikin goriyê Ayetullah Xamineyî
Çile 27, 2026 14:07Rêberê şîeyên Behreynê bi daxûyaniyekê tekez kir: Ayetullah Xamineyî kesayetiyek e ku ji hêla zanistî, meinewî û siyasî ve di asteke herî bilind de ye, rêberê ku li Îranê bi milyonan mêr û jinên mezin dê canê xwe bikin goriyê wî.
-
HSD: Colanî bi xwefirên Tirkiyê gundên Kobanîyê bombebaran dike
Çile 27, 2026 13:36Navenda Ragehandinê ya HSD ragehand ku xwefirên modêla Bayraktar ên Tirkiyê piştgiriya artêşa Sûrîyê dikin ku êrişî ser gundê Kobanîyê bikin.
-
Sekreterê Giştî yê NATOyê: Dewana qeyûmbûna Amerîkayê bi dawî bûye
Çile 27, 2026 13:07Sekreterê Giştî yê NATOyê got: Ew dewrana ku Ewropa jibo dabînkirina ewehiya xwe pişta xwe bi Amerîkayê ve girêde idî bi dawî hatîye.
-
Êrişên bi xwefiran ên Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Çile 27, 2026 12:07Çavkaniyên nûçeyan îro derbarê dubarebûna destdirêjiyên artêşa Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê de agahî dan.Xwefirên vê rejîmê du mal li bajarokê Yarûnê bombebaran kirin. Di encama êrişa ser başûrê Libnanê da, Elî Nûredîn pêşkêşkarê televîzyona El-Minarê şehîd bûye.