-
Zanîngeha Ûrmiyê Xelata Netewî ya Soreyayê bir
Çirî 25, 2026 14:19Zanîngeha Ûrmiyê di sêyemîn Mêhricana Wergirtina xwendekarên Biyanî ya Navdewletî li Îranê, wekî zanîngeha şayanî pesindayînê ya welêt hat nasandin û karî Xelata Netewî ya Soreyayê werbigire.
-
Iraqçî: Agirbes tenê wê bi sekinandina tam a şêrr re serê xwe bigire
Çirî 25, 2026 17:38Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Divê hemû qebûl bikin ku di navçê de guherînên bingehîn pêk hatine û idî ti tiştek wê wek berî şêrr nebe ji wan tengerêya Hurmizê. Tengerêya Hurmizê çend dehsalan vekirî bû lê şerrê nika her tişt guhert. Serokê Meclisa Îranê jî got: Îrana îroyîn di halê ramalîna Amerîkayê ji navçeya Rojavaya Asiyayê ye.
-
Hûrgîliyên cihatina 7 operasiyonên taybet ên hêzên yemenî di kûratiya axa Erebistanê de
Çirî 25, 2026 17:33Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê basa cihanîna 7 operasiyonên leşkerî yên berfireh bi bikaranîna mûşekên balistîk û xwefiran dijî binesaxiyên girîng ên nift, balafirgeh û binkeyên leşkerî yên Erebistana Siûdî wek bersiva li hember êrişên hewayî yên vê dawiyê yên vî welatî kir. Serokê Parlimana Yemenê jî di peyamekî de helwêstên Parlimana Ewrûpayê şermezar kir û pêgîrî kir: Daxuyaniya vê saziyê nîşaneya standar
-
Serokê Partiya Rifaha Nû daxwaza lidarxistina giştpirsiya li ser pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê kir
Çirî 25, 2026 17:32Serokê Partiya Rifaha Nû ya Tirkiyê daxwaza lidarxistina giştpirsiya li ser pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk li Tirkiyê kir û got: Divê ev pêvajo bi erêkirina rasterast a gel û piştgîriya para zêde ya civakê, rewabûneke giştalî û mayinde bi dest bixe.
-
Serleşker Evdillahî: Em di bin tu şert û mercan da nahêlin keştiyên şêrr ên jenggirtî yên Amerîkayê careke din bikevin Kendava Farsê
Çirî 24, 2026 19:30Serleşker Elî Evdillahî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandeyê Qerargeha Navendî ya Xatem ul-Enbiyayê, got: Hêzên çekdar ên serbilind ên Îrana Îslamî bi tewekkul li Xwedayê Teala karîn Hêza Deryayî ya Amerîkayê, ku Trump û rêberên wî welatî wê wek lûtkeya hêza Amerîkayê dibînin û bi wê navçe û cîhanê tehdîd dikin, bêkêr bikin, bi awayekî ku îdî nikarin nêzikî deryayên derdorê Kendava Farsê û avên di bin serweriya Îranê da bibin.
-
Kiryarên Rejîma Siyonîst di koçkirina bi darê zorê ya niştecîyên du navçeyan li El-Xelîlê da
Çirî 24, 2026 19:27Leşkerên siyonîst niştecîyên du navçeyên “Fereş El-Hewî” û “Ebû Ektîle”yê li bakur-rojavayê El-Xelîlê neçarî koçkirinê kirin. Ji aliyê din va çavkaniyên filistînî qala berdewambûna binpêkirina agirbesê li Xezzeyê ji hêla dagirkerên siyonîst va û şehîdbûna filistîniyekî di van êrişan da r kirin
-
Xizmetguzarî ji lehîlêketîyên Selmasê li Azerbaycana Rojava ra berdewam e
Çirî 24, 2026 19:17Di pey qewimîna lehî û avagirtinê li şaristana Selmasê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava, 13 tîmên operasyonî yên Civata Hîva Sor bi beşdarbûna 48 hêzên alîkarîgihên li navçeyên bûyerlêketî bi raberkirina xizmetên alîkarîgihandinê mijûl bûn.
-
Xebata karwana Îranê di Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da bi bidestxistina pileya şeşem bi dawî hat
Çirî 24, 2026 19:16Karwana werzişî ya Îranê bi bidestxistina 102 mîdalên cûrbecûr, xebata xwe di Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da bi dawî anî û li pileya şeşem a xişteya rêzkirina mîdalan a van pêşbirkan cî girt.
-
Balyozxaneya Rûsyayê derbarê gotegotên hêzgeha navokî ya Bûşêhrê
Çirî 24, 2026 19:14Balyozxaneya Rûsyayê li Tehranê derbarê gotegotên derketina karmendên dîplomatîk û pisporên xebatkar di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê ji Îranê ra daxûyanîyek derxist.
-
Amerîkayê careke din berê xwe da yedekên stratejîk ên neftê
Çirî 24, 2026 19:13Amerîka careke din yedekên stratejîk ên neftê yên xwe bi kar tîne û vê carê ji bo berdewambûna tevgera nefta xav bo palîngeha Lûyîzîyanayê (Louisiana), berê xwe da kişandina ji yedekên awarte. Ajansa Navdewletî ya Enerjîyê jî ragihand: Ewropa bi kêmbûna bêmînak a yedekên gazê dikeve demsala zivistanê.