Nûçe
  • Hişariya rayedarê iraqî derbarê vegera 20 hezar endamên DAIŞê yên perwerdebûyî ji Sûriyê bo Iraqê

    Hişariya rayedarê iraqî derbarê vegera 20 hezar endamên DAIŞê yên perwerdebûyî ji Sûriyê bo Iraqê

    Çirî 29, 2025 12:31

    Yek ji rêberên Hevpeymaniya Enbar Ul-Mutehid ser plana veguhestina zêdetirî 20 hezar endamên DAIŞê ku li kampa Hol a Sûriyê hatine perwerdekirin bo Iraqê, hişyarî da û ev kiryar wekî hewldanek ji bo lihevxistina ewlehiya welêt da zanîn.

  • 3 stratejiyên sade yên rêveberiya demê ji bo hemîyan

    3 stratejiyên sade yên rêveberiya demê ji bo hemîyan

    Çirî 29, 2025 08:41

    Dem darayîyeke binirx e ku bi awayekî beranber ji bo hemîyan berdest e, lê hinek hest dikin ku têra xwe dem tunene. Kilîdê çareseriya vê pirsgirêkê birêvebirina kar û demê ye.

  • Beqayî: Rejîma Siyonîst şeytanê mutleq û rastîn e

    Beqayî: Rejîma Siyonîst şeytanê mutleq û rastîn e

    Çirî 28, 2025 15:15

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku her gava muzakire, berjewendî û mafên neteweya Îranê misoger bike, em ê di bikaranîna amûrê dîplomasiyê de dudilî nebin û Rejîma Siyonîst wekî şeytanê rastîn û mutleq li herêm û cîhanê bi nav kir.

  • Dawîbûna heftiyek meşqa sytartejîk a navokî ya Rûsiyê

    Dawîbûna heftiyek meşqa sytartejîk a navokî ya Rûsiyê

    Çirî 28, 2025 14:54

    Kêm caran serokomarê Rûsiyê cilên leşkerî li xwe dike, bi taybet di dema pevçûna nêzîkî çar salan a bi Ukraynê re, ku Rûs wê wekî şerekî giştalî li himber Welatên Rojavayî dibînin. Vladimir Putin lê di dawiya heftiyekê ceribandina navokî ya cureyên mûşekên stratejîk ên navokî de, bi van kincan li Navenda Fermandariya Operasyonên Leşkerî yên Taybet de amade bû ku peyamek ji welatên rojavayî re bişîne.

  • Kavilbûna çend avahiyan li Tirkiyê ji ber erdhejê

    Kavilbûna çend avahiyan li Tirkiyê ji ber erdhejê

    Çirî 28, 2025 14:42

    Rayedarên herêmî yên Tirkiyê derbarê xerabûna çend avahiyan ji ber erdheja bi pileya 6.1 rîştêrêrê di şeva borî de agahî dan lê derbarê qurbaniyên muhtemel de ti rapor nehatine belavkirin.

  • Liv û tevgerên nû yên hêzên dagirker ên amerîkî li axa Sûriyê

    Liv û tevgerên nû yên hêzên dagirker ên amerîkî li axa Sûriyê

    Çirî 28, 2025 14:40

    Li gorî raporên medyayan hevdem li gel zêdebûna êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û di bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî de liv û tevgerên nû yên hêzên dagirker ên amerîkî jî zêde bûne û balafirek ku çek û alavên amerîkî hildigirt li balafirgeha Xirbe Cirê li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê daket.

  • Pabendbûna Hemasê ji bo cihanîna tam a qonaxa yekem a peymana agirbesê

    Pabendbûna Hemasê ji bo cihanîna tam a qonaxa yekem a peymana agirbesê

    Çirî 28, 2025 14:36

    Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê tekez kir ku ev tevgera pabendî kemilandina qonaxa yekem a peymanê bona girtina pêşiya her hinceteke dagirkerên Siyonîst e.

  • Xelîl Heye: Em veqetandina Xezzeyê ji Rexê Rojava qebûl nakin

    Xelîl Heye: Em veqetandina Xezzeyê ji Rexê Rojava qebûl nakin

    Çirî 28, 2025 14:29

    Xelîl Heye, serokê Hemasê li Zîvala Xezzeyê tekez kir ku ew veqetandina vê zîvalê ji Rexê Rojava ya Çemê Urdunê qebûl nake.