-
Eraqçî: Vê gavê îmkana muzakireya bi Amerîkayê re tineye
Tesrîn 09, 2025 12:55Wezîrê Karên Derve yê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku niha ti îmakenk jibo destpêkirina muzakirên bi Amerîkayê re tuneye û diyar kir ku her dema amerîkî ji bo muzakireya beranber ji bo her du aliyan amade bin, muzakire dikare serê xwe bigre.
-
Dengdana taybet di çarçova hilbijartinên parlemanê da li seranserê Iraqê
Tesrîn 09, 2025 15:56Pêvajoya dengdana taybet a leşker û awareyan di çarçova hilbijartinên şeşemîn dewra parlemana Iraqê di sîstema siyasî ya piştî 2003an da îro li seranserê Iraqê dest pê kir.
-
Artêşa Rejîma Siyonîst carin ket nav başûrê Sûriyê
Tesrîn 09, 2025 15:51Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê îro ragihandin ku leşkerên Rejîma Siyonîst dîsan ketin navçeya Ecrefê li derdora Quneyterê ku ketîye başûrê Sûriyê.
-
Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê: Biryara derbarê dosiya Demîrtaş di destê dadgehê de ye
Tesrîn 09, 2025 15:40Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê wek berteka li himber esehbûna hikmê dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê binpêkirina mafên Selahedîn Demîrtaş siyasetmedarê girtî yê kurd de, azadiya wî bi encama pêvajoya lêkolînê li Dadgeha Venihêrînê ya Tirkiyê ve girêdayî zanî.
-
Asêbûna muzakirên di navbera Kurdên Sûriyê û hikûmeta demkî ya Colanî de
Tesrîn 09, 2025 15:35Yek ji fermandên HSD bi ragehandina vê yekê ku hîn gotûbêja di navbera Kurdên Sûriyê û hikûmeta demkî ya Colanî de didomin, tekez kir ku rastî ev e ku van muzakireyana heta niha ti encamek berbiçav tinebûne û nêzîkî astengiya tam bûne û hitmala destpêkirina şer û pevçûnan zêde bûye.
-
Berdewamiya rawestana herî demdirêj a karê hikûmetê di dîroka Amerîkayê de
Tesrîn 09, 2025 15:32Mideha rawestana karê sazî, rêxistin û wezaretên hikûmeta federal a Amerîkayê û qutkirina mûçeyên hemû karmendên hikûmeta vî welatî derbasî reqema dîrokî ya 40 rojan bûye.
-
Zêdebûna rexneyên derheq gotinên Mesûd Barzanî derbarê endazyariya kursiyên parlemana Iraqê de
Tesrîn 09, 2025 15:20Piştî îdiaya Mesûd Barzanî ser endazyariya kursiyên parlemana Iraqê, ji bilî redkirina vê rexneyê ji aliyê komên Iraqî ve, kesayetî û komên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê jî ev îdia red kirin û heta ragihandin ku heke planeke bi vî rengî jî hebe Mesûd Barzanî dîzaynerê wê ye.
-
Yekîtiya Ewropayê êrişên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê şermezar kir
Tesrîn 09, 2025 15:15Yekîtiya Ewropayê êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê şermezar kir û xwest ku Telavîv pabendî agirbesê be.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Tesrîn 09, 2025 15:06Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku cenazeyên heft şehîdên din bo nexweşxaneyên zîvala Xezzeyê hatin veguhestin u hejmara şehîdan rabû 69 hezar û 176 kesan.
-
Azadkirina şaş a 377 girtiyan li Inglîzê
Tesrîn 09, 2025 14:47Medyayên Inglîzê ragihandin ku 377 girtî ji zindanên vî welatî di du salên derbasbûyî de bi şaşî hatine berdan.