-
Bîranîna şeşemîn salvegera şehîdbûna Serdar Silêmanî li Hewlêrê
Çile 05, 2026 10:11Îro Duşemî, 5ê Çileya 2-026an, rêûrismîna bîranîna şeşemîn salvegera şehîdbûna Serdar Qasim Silêmanî bi amadebûna Mihemmed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosîyaîst a Kurdistanê, Sîdad barzanî Nûnerê Mesûd Barzanî Serokê PDK'yê, Dilşad Şehab û Fewzî Herîrî wek nûnerên Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, Seidî Ehmed Pîre Nûnerê YNK'yê, Sefîn Dizeyî Nûnerê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û di merasimê da hejmarek gotar û belgefîlmek hat pêşkêşkirin.
-
Ji ber berf u qerrisînê jîyana gel li Ingilîsê tevlihev bû
Çile 05, 2026 13:36Di encama pêla serma u seqem, qerrisîn u barîna berfê da, îro hin dibistanên hin navçeyên Ingilîsê hatin daxistin u hatin u çûyîna li cade u rêyên hesin da hat sekinandin an ma derengîyê.
-
Kevnatiya mîmarîya neguher a Felek ul-Eflakê digihêje serdema 'Mîs û kevir ê nû'
Çile 05, 2026 12:49Lêkolînên pêkhatî li gira dîrokî ya Keleha Felek ul-Eflakê ya Xorem Avayê bû sebeba vê keşfê ku raboriya vê şûnwarê ji nû ve dide nasandin û helwêsta Îranê ji bo tomarkirina vê kelehê li pêrista Mîrata cîhanî ya UNESCO'yê bihêz dike.
-
Serokomarê revandî yê Venezoelayê bo dadgeheke New Yorkê hat veguhestin
Çile 05, 2026 12:36Dewleta Amerîkayê di dewama kiryarên neqanûnî da u piştî revandina Serokomarê Venezoelayê, ew veguhest dadgeheke New Yorkê.
-
Hişyarîdayîna Îranê derbara karê nebûyî yê bitaluke yê Amerîkayê yê êrişa ser Venezoelayê da
Çile 05, 2026 11:36Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa Amerîkayê ser Venezoelayê karê kesanedîtî yê bitaluke zanî ku dê pêsîra hemî welatan bigire.
-
UNICEF: Sedî 98ê dibistanên Zîvala Xezzeyê di şêrr da wêran bûne
Çile 05, 2026 10:36Berdevkê UNICEFê li Filistînê ragihand ku sedî 98ê dibistanên Xezzeyê di encama şer u êrişên Rejîma Sîyonîst da wêran bûne û zêde ji 638 hezar zarokên filistînî jî ji xwendinê bêpar bûne.
-
Pêgirîya Serokomarê Iraqê ser pêwîstîya pabendbûna bi dema qanûnî ya hilbijartina Serokomar u Serokwezîr
Çile 05, 2026 09:36Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya berçavgirtina xişteya demê ya dîyarkirî di qanûna bingehîn da ji bo hilbijartina Serokomar u Serokwezîrê vî welatî da kir.
-
Bereya Berxwedanê ya Iraqê: Em bi ti alîyekî bîyanî ra derbara jiçekirinê da gotûbêjê nakin
Çile 05, 2026 08:366 komên berxwedêr ên iraqî ragihandin ku bi ti alîyekî bîyanî ra derbara çekdanînê da yê gotubêjê nekin û gotûbêja bi hikûmetê ra jî maye ser bidawîhatina dagirkerîya li Iraqê.
-
Berdewambûna şîdetê li Darforê; bi dehan kes hatine kuştinê
Çile 05, 2026 07:36Li Darfora Sûdanê pevçûn di çend rojên buhurî da tund bûne bi awayekî di encama wan da bi dehan sivîl hatine kuştinê.
-
Rêûrisma Îtikafê li Mezargeha pîroz a Îmam Reza (S)
Çile 05, 2026 07:20Hevdem digel dem û rojên 'Eyam ul-Beyz'ê di meha Recebê da, rêûrisma manewî ya Îtikafê ji berbanga Şemiyê, 3ê Çileya 2026an, bo heyama sê rojan bi amadebûna 1500 kesan li Mizgefta Goherşadê ya Mezargeha opîroz a Îmam Reza (S) li Meşhedê tê lidarxistin.