-
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kazimî kir
Îlon 11, 2020 08:12Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
-
Kazimî: Herêma Kurdistanê beşa sereke û temamker a Iraqê ye
Îlon 10, 2020 12:38Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser girîngiya hevahengiya navbera helwêstên dewleta federal û Herêma Kurdistanê, got: Herêma Kurdistanê beşa sereke û temamker a Iraqê ye.
-
Berpirsê YNKê li Kerkûkê: Partiya Dêmokrat ji ber zexta Tirkiyê venagere Kerkûkê
Îlon 10, 2020 10:50Berpirsê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Partiya Dêmokrat (Partî) tawanbar kir ku ne bi daxwaza xwe, lê ji ber zext û xwesteka Tirkiyê venagere Kerkûkê.
-
Serokwezîrê Iraqê gihîşte Hewlêrê
Îlon 10, 2020 10:18Mustefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi pêşwaziya fermî ya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, derbasî Hewlêrê bû.
-
Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
Îlon 10, 2020 04:14Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Erka parlementoyê ew e ku li rex gel raweste û tenê nehêle. Pêwîste Iraq jî mûçeyê karmendan bişîne û mijara mûçe nebe beşek ji şerê siyasî yê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî de.”
-
Amarên Coronayê li Herêma Kurdistanê: 545 tûşbûn, 19 mirin
Îlon 09, 2020 15:29Li gor amarên fermî di rojekê de 545 kes bi vîrusa Koronayê ketin û herwiha 19 kes bi wê vîrusê mirin.
-
Serokwezîrê Iraqê sibê serdana Hewlêrê dike
Îlon 09, 2020 15:06Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xsitine, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sibک Pêncşemê 10ê Îlonê serdana Hewlêrê dike û li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne.
-
Balafirên Artêşa Tirkiyê ji şevê din ve gundên Dihokê bombebaran dikin
Îlon 08, 2020 12:16Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şevê din ve herêma Zengelê ya Dihokê, gundê Rezikê yê navçeya Amediyê û geliyê Bazê yê herêma Kanîmasiyê bombebaran dikin.
-
Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemana Iraqê kir
Îlon 06, 2020 18:49Îro yekşem 6 Îlona 2020 serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî çû Herêma Kurdistanê û li Selaheddînê ji aliyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî hate pêşwazîkirin.
-
Şandeyek Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Îlon 06, 2020 13:06Şandeyek hikûmeta Herêma Kurdistanê wê roja Sêşemê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ji bo gotûbêja ser bêdceya 2021’an biçe Bexdayê.