-
Leşkerên Tirkiyê rê li gundiyên Herêma Kurdistanê digirin û ji wan derbarê PKKê pirs dikin
May 29, 2021 00:11Operasyon û bombebaranên artêşa Tirkiyê liHerêma Kurdistanê berdewam in û her ku diçe hejmara binkeyên serbazên Tirkiyê zêde dibin. Leşkerên Tirkiyê daketin gundê Hirûrê li herêma Berwarî Bala û rê li gundiyan girtin û derbarê PKKê ji wan pirskirin û gef li wan xwarin ku divê ew her endamekî PKK dibînin zûka artêşa tirk agahdar bikin û ew nikarin pir ji gund dûr kevin.
-
Li Herêma Kurdistanê 670 kesên din bi Koronayê ketin
May 28, 2021 05:26Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 670 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
ZAXO - Di topbarana Tirkiyê de du birayên Şingalî birîndar bûn
May 26, 2021 15:18Di encama topbarana Tirkiyê de du birayên xelkê Şingalê, li Derkara ser bi Zaxo ve birîndar bûn. Herdu bira li ber pez bûn.
-
Li Herêma Kurdistanê 9 kes bi Koronayê mirin
May 26, 2021 05:09Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 651 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 9 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 860 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
-
Parêzgarê Dihokê bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwest PKK ji vê Herêmê derkeve
May 25, 2021 16:34Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
-
Berdewamiya bombebaranên Tirkiye ser Herêma Kurdistanê
May 25, 2021 07:07Operasyona arteşa Tirkiyê di nava axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna şervanên PKKê berdewam e û ji şeva borî jî hejmareke gundên sînorî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.
-
Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 24, 2021 09:02Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
-
PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand
May 24, 2021 06:08Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşînê 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Li Hewlêrê 92 kîlo eroîn hate desteserkirin
May 23, 2021 18:24Îro roja yekşemê 23.05.2021ê Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere kir li Hewlêrê wan kariye 92 kîlo maddeyên hişbir ku cûreya eroînê ye desteserkirine.
-
Li Herêma Kurdistanê 785 kesên din bi Koronayê ketin
May 22, 2021 06:24Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 785 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.