Çavkaniyên nûçeyan ên siyonîstan derbarê pevçûan giran di navbera polîs û xwenîşanderan li bajarê Heyfa û Telavîvê agahî dan.
Medya siyonîstan îro çarşemê derbarê pêkanîna operasiyona dijî siyonîstan li nêzîkî bajarê Ramullahê agahî dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê, ragihand ku helwesta wê li hember hikûmeta nû ya Amerîkayê girêdayî helwêst û reftarên pratîkî yên wê li hember gelê Filistînê, mafên rewa û armacên wan ên adilane ye.
Birêveberiya Cîhanî ya Xwerinê li Filistînê ragihand ku %90 xelkê bakûrê Zîvala Xezzê bêxwerin in.
Wezareta perwerdehiya Filistînê ragihand, ji dema destpêbûna şerrê rejîma qirkir a Îsraîlê dijî Zîvala Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika nêzî 12 hezar xwendevan, di encma êrişên Rejîma Siyonîst da hatine kuştin.
UNRWAyê got:Lêdana derziya feleca zarokan li Xezeyê berdewam e lê heta ku agirbesekek mayînde li vê zîvalê pêk neyê zarok dê rewşeke nalebar derbas bikin.
Medya Rejîma Siyonîstî derbarê xwekuştina Santiyago Ovadiya efserê îsraîlî ku ji şerê Xezeyê vegeriyaye agahî dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand hejmara goriyên operasyona Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê gihêştiye 43 hezar û 374 şehîdan û 102 hezar û 261 kes jî birîndar bûne.
Serokê Zanîngeha Bên Goryon a Îsraîlê ragihand, ji dema destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve zêde ji 300 xalên boykotkirina pergala perwerdehiya vê rejîmê ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî û amerîkî ve pêk hatine.
Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 394`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand dijminê siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih aniye û di encama van êrişan da 27 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûne.