Mijdar 20, 2015 08:56 UTC

“Tûrikê Zêrîn” bernameyeka çandî ye ku li ser televîzyona SAHAR’ê, beşa kurdiya kurmanciyê belav dibe. Ev bername di her hefteyê de du şevên sêşem(pizişkî) û pêncşemiyê(wêjeyî) ji demjimêr 20.30 şevê(li gorî dema Têhranê)û bi qasî 40 xulekan/deqeyan pêşkêşî temaşevanên hêja yên kurmancî-ziman dibe. Mirov dikare bibêje ev yekemîn bernameya bi vî rengî li televîzyona Îranê ye ku bi kurmancî ye û her şev mijarên cur bi cur wekî venêrîna û lêhûrbûna li ser pirsên tenduristî û wêjeyî nîqaş dike.

 Karnasên pispor wekî Dr. Nevîdî, Dr. Şemsîpûr, Dr. Mîlan, Dr. Ayînfer, Edo Mîlan, Yehya Elewîferd, … dê di van bernameyan de bi amadebûna li stûdiyoyê, bi rêya telefonê, skype’ê û hin caran jîش bi SNG’yê mijaran hilkolin.Her wiha di van bernameyan de, hin raporên li bara mijara bernameyê dê pêşkêşî temaşevanên hêja bibin. Endamên çêkirina vê bernameyê ev in: Wêjeyî(Rostem Nadirî, amadekar-pêşkêşvan û nivîskar: Elî Paksêrêşt, destyarê amadekarê Elî Îsmaîlzade), pizişkî(Erselan Xendanî, amadekar- Elî Paksêrêşt, pêşkêşvan-Fernaz Kerîmî, destyar).





Serepeyv