Kanûn 09, 2020 07:35 Asia/Tehran
  • Kurdên Elewî yên Dêrsîmê:

Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi pênivîsa 'Ayşe Surme' nivîsiye: Şêniyên Dersimê bertek nîşanî birêvebirina rêxistinkirina di bin navê komele û weqfan tê de tê kirin da û diyar kirin ku polîtîkaya yek ziman, yek bawer, yek al tê birêvebirin û gotin: “Em ê li dijî pişaftinê bawerî û çanda xwe biparêzin.”

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Dersimê bawerî, çand, nasname û xwezaya xelkê ji damezranina Komara Tirkiyê vir ve bi polîtîkayên cihêkarî û zextan re rûbirû maye. Di demên dawî de jî li ser baweriya elewîtiyê polîtîkaya pişaftinê tê birêvebirin. Saziyên wek Komeleya Xizmeta Perwerde û Çandê ya Mûnzûrê (Suleymanî), Komeleya Alîkariya Perwerde, Çand û Civakî ya Ehlibeyt (Terîqata Menzîlê), Weqfa Ensarê ya Şaxa Dersimê, Weqfa Yekîtiyê ya Şaxa Dersimê, Cemiyeta Îlîm Yayma ya Şaxa Dersimê, Tugva ya Nûnertiya Dersimê, Komeleya Tevgera Bekaya Millî û gelek sazî û dezgehên din di demên dawî li Dersimê xebata rêxistinakirina xwe leztir kirine. Van komele û weqfên ku alîkariya madî ji dewletê distîne bi rêbazên cemata Fethullah Gulen rêxistinê ji xwe re esas digirin. Van saziyên girêdayî tarîqatan bi rêya dibistanên taybet, dersxane û alîkariyan xebatê birêve dibin. 

Welatiyên Dersimê nerazîbûn nîşanî rêxistinkirina van komele û weqfan dan û diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên pişaftin ku tê xwestin were belavkirin wê çand û baweriya xwe biparêz in. 

BANGA HIŞYARIYÊ KIR 

Hidir Gundogan diyar kir ku bi salan e li ser ziman, çand, baweriya Dersimê polîtîkayek taybet tê birêvebirin û got: “Bi salane ev polîtîka tê birêvebirin, bi ser neketiye. Lê nayê wê maneyê ku wê bandor xwe nîşan nede. Li ser mercên aborî xebat tên birêvebirin. Di demên dawî de zext û êrişên li ser çand, bawerî û xwezaya me zêde bûye. Pêwîst e gelê me li dijî van polîtîkayan hişyar be.” 

‘EM XWEDÎ LI ELEWÎTIYÊ DERKEVIN’ 

Aşkin Aylû jî bal kişand ser rêxistinkirina sazî û dezgehên bi destê dewletê li Dersimê dixebitin û got: “Dewlet ji roja ava bûye heta îro li ser çand, bawerî, ziman û xwezaya Dersimê polîtîkayên pişaftinê birêve biriye û îro jî van birêve dibe. Di salên dawî de jî ev komele, weqf û terîqat bi desteka AKP’ê xwe li Dersimê birêxistin dikin. Heke em li dijî vê dernekevin wê heta çend salan polîtîkayên wan bikevin meriyetê û xelkê me asimile bikin. Pêwîst e sazî û dezgehên Dersimê û xelkê me li dijî van polîtîkayan hişyar be û rê nede kirinên dewletê.” 

‘ME ÇANDA KESÎ ASÎMILE NEKIR’ 

Ji şêniyan Selvî Yildiz jî destnîşan kir ku weqf û cemaetên li Dersimê dixwazin bawerî û çanda wan tune bikin û got: “Me kesî asîmile nekiriye. Me çanda kesî biçûk nexistiye. Me her tim çand û mafên xwe parast û me çanda xwe birêve bir. Ev cemaet çand û baweriya me biçûk dixînin. Em ê çand û baweriya xwe biparêzin û wê xelkê Dersimê rê nede vê yekê.” 

‘POLÎTÎKAYA YEK FERASETÊ’ 

Ûlaş Berk jî destnîşan kir ku tê xwestin baweriya Elewîtiyê di çarçoveya daxwaza van cemaet û weqfan de were guhertin û got: “Li Dersimê niha polîtîkaya yek ziman, yek bawerî û yek al tê birêvebirin. Ev weqf û cemaet xwe pir li Zanîngehê jî birêxistin dikin û ciwanan dikin armanca xwe. Lê wê gelê Dersimê destûr nede van kirinên terîqatan.” 

‘EM BIBIN YEK’ 

Fûnda Tûfan jî anî ziman ku pêwîst e li dijî van cemaet û weqfên dixwazin baweriya elewîtiyê biguherînin xelkê Dersimê xwe bikin yek û got: “Heke em xwe nekin yek, wê xwe li vir birêxistin û pergal bikin. Em van naxwazin. Bila gelê Dersimê ji bo mirovahî, yekîtî û bihevrebûnê were cem hev. Em çand û baweriya xwe ji vê tirsê biparêz in.” 

‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’ 

Meral Sabûn jî destnîşan kir ku tu wateya elewîtiyek nû ya ku tê xwestin biafirînin nîne û got: “Em xelkê Dersimê girêdayî çand û baweriya xwe ne. Wê xelkê me bi van cemaet û terîqatan nexapin. Çiqas zext û polîtîkaya pişaftinê were kirin jî lê wê xelkê me xwedî li nirxên xwe derkeve. Dema em li dîroka xwe dinêrin mînakên vê yekê li holê ne. Divê însanên me vê bibînin û li gorî wê tevger bikin.” 
 

Serepeyv