Mijdar 29, 2020 15:53 Asia/Tehran
  • Rapor - Mûçeya berevaniyê ya Tirkiyê di 10 salên dawî da sedî 86 zêde bûye

Di deh salên daawî da jibo mesrefên berevanî û ewlehiyê ji ber û pevçûna digel PKKê, projeyên pêşeyên berevaniyê, girêbestên kirrîna çekan û kiryarên leşkerî yên dervesînorî, mûçeyeke giran ji aliyê dewleta Tirkiyê va hatiye terxankirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Di rewşa ku belavbûna Vîrûsa Koronayê û zuhabûna çavkaniyên pereyê biyanî û aborî yên ji ber ticaret û tûrîsmê, ziyaneke giran a aborî li ser Tirkiyê sepandiye, vî welatî di mûçeya sala 2021ê da pereyeke mezin bi qasî 138 miliyar lîre jibo warê berevanî û ewlehiyê terxan kiriye ku bi hesankirina her dolarê bi qasî 8 lîreyan, hinekî zêdetir ji 17 miliyar dolarî ye.

Dabînkirina 138 miliyar lîreyê jibo welatekî ku tûşî gelek pirsgirêkên siyasî û aborî bûye, pirr dijwar e û karzanan ji niha va pêşbîniya kêmbûna mûçeyê di sala 2021ê da kirine.

Nan Tiyan ji lêkolerên Enistîtûya Lêkolînên Aştiyê ya swêdê ragihandiye ku Tirkiye di salên dawî da ketiye rêza panzdehem a welatên pirrxerc ji hêla leşkerî va û beşeka zêdebûna mûçeya çend salên bihurî ji ber êrîşên vî welatî ser bakurê Sûriyê bûye. Di rapora vê enistîtûyê da hatiye ku mûçeya berevaniyê ya Tirkiyê di deh salên bihurî da sedî 86 zêde bûye.

Tirkiyê sala 2020î tevî belavbûna berfireh a Koronayê, dest ji liv û tevgerên xwe yên dervesînorî nekişand û karin kirin ku bêguman mesrefeke aborî ya giran pêk anî; Helbet tu wextî qasa wî pereyî bi awayekî ron nehat diyarkirin.

Tirkiyê salên 2019 û 2020î zêde ji 132 komên çekdar ên dijberê dewleta Sûriyê organîze û çekdar kirin û bi miliyonan dolar jibo çekdarkirin û meaşa mehane ya mîlîtanên tirkmen û ereb li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê xerc kir.

Tirkiye endamekî NATOyê ye û vê yekê tevî hin serpişkiyan, hin mesref jî li ser Tirkiyê sepandine. Ji ber ku Tirkiye neçar e ku li gorî qanûn û hejmarên diyarkirî ji aliyê NATOyê va, beşeka diyarkirî ji derhartên xwe yên neteweyî jibo mesrefên berevaniyê terxan bike.

Gerçî ku Tirkiye piştî Amerîkayê xwedanê duyemîn artêşa Pirrhejmar a NATOyê ye; Lê ji hêla mûçe û mesrefên beşa berevanî û ewlehiyê, Tirkiye hertim di  rêza heftem da ye.

Sala 2019an bi awayekî navgînî, tevahiya mûçeya leşkerî û ewlehiyê ya welatên endamê NATOyê bi zêdebûna ssedî 4 gihîşte 948 miliyar dolarî ku 18 miliyar dolara wê ya Tirkiyê bû.

Di dawiyê da divê were gotin, yek ji sûd û kartên erênî di destê dewletê Tirkiyê di çend dehikên dawî da, ev e ku li gorî fêrkariyên neetweyî û mîlîtarîstî, civaka Tirkiyê heta di rewşa dijwar a aborî, kêşeyeka wê digel mesrefên giran ên berevaniyê tune û xerckirina jibo vî warî hertim li Tirkiyê tê pînekirin.

Lê tevî vê yekê, qasa mesrefên niha di beşa berevaniyê da, pêka rewşa aborî ya bi miliyonan malbatên reben li Tirkiyê, zêdetir ji wê tiştê ye ku heta niha li Tirkiyê hebûye.

 

Serepeyv