Cotmeh 08, 2020 09:55 Asia/Tehran
  • Kamala Herîsê ji stratejiya Trumo dijî Peymana Atomî ya bi Îranê ra rexne kir

Senatora amerîkî û alîkara Berendamê Partiya Dêmokratan di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da, ji siyaseta serokomarê vî welatî ya derketina ji Peymana Atomî rexne kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Kamala Herîs (Kamala Harris), Senatora amerîkî û alîkara Berendamê Partiya Dêmokratan di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da roja Pêncşemiyê di munazireya hilbijartinê digel Mayk Pênc (Mike Pence) Alîkarê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê da got: Em ji ber siyaseta yekalîtîşopî û tecrîdker a Trump ji Peymana Atomî derketin.

Kamala Herîsê her wiha derbarê belavbûna Vîrûsa Koronayê, tevî rexneya ji xebata dewleta Trump, got: Gelê Amerîkayê binketina herî mezin a dewletê dît.

Vê senatora amerîkî tevî rexneya ji kiryara çekdarên amerîkî ya têrorkirina serdar Qasim Sulêymanî, Fermandarê şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, got: Berteka Îranê bû sebeba lêketina ziyana mejî li çekdarên amerîkî, di halekî da ku Trump ev yek derew zanî.

Herîsê derbarê cihêkariya nijadî li Amerîkayê û rûbirûbûna tund a polîs dijî çermreşan, bi amajeya bi bûyera guvişandina ustiyê Corc Floyd welatiyê çermreşê amerîkî bi jûniya polîs ku serê axir bû sebeba mirina wî, got: Gelê Amerîkayê derket nav kolanan da ku dijî bêdadiyê itiraz bikin.

Snatora Dêmokrat ji prêzgeha Kalîforniyayê her wiha ji qedexetiya derbasbûna misilmanan bo Amerîkayê jî rexne kir û got: Ev beşek mînaka liv û tevgerên Trump e.

Wê got: Reftara Trump derbarê raboriya tendurustiyê û dayîna bac û sermalê zelal û ron nebûye.

Kamala Herîsê destnîşan kir: Trump li hemberî 70 miliyon amerîkiyan rawestiya û nexwest ku kesên Çermsipiya çêtir dizanin, şermezar bike.

Vê senatorê her wiha ji siyasetên Trump û şerê ticrî yê dewleta wî digel Çînê û siyasetên Waşîngtonê derbarê NATO'yê rexne kir.

Ji aliyê din va, Mayk Pênc jibo cinayeta çekdarên amerîkî ya têrorkirina serdar Silêmanî hincet anîn û got: Dewleta Barak Obama 1.8 miliyar dokar da Îranê.

Wî îdia kir: Beeriya bidawîhatina 2020î, dê bi miliyonan doza Vaksena Koronayê li Amerîkayê bên belavkirin.

Munazireya din a Trumû p Baydên dê 15ê Cotmehê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv