Tebax 13, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Tirkiye Keraseta Beyrûtê ji xwe re wek deriyekî bona berfirekirina Osmanîzma nû dibîne

Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de dixebite hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike û bisepîne. 

Der barê vê mijarê de rojnama El-Ereb a Qeterê nivîsî: "Di demekê de ku desthilata Lubnanê hewl dide bandorên civakî û aborî yên teqîna li bendera Beyrûtê derbas bike, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ê mafê hemwelatiyê bide Tirkmenên Lubnanê, ev yek armancên Tirkiyê yên veşartî dide nîşan, bobelatên mirovî jî ji bo Erdogan dibin sedemên gurkirina nakokiyên navxweyî ji bo ku armancên xwe pêk bîne, armanc jî vejandina xilafeta Osmanî ye an bi gotineke din serdestkirina Osmaniya nû ye."

Şemiya borî bi sedan lubnanî bi alên dewleta Tirkiyê li pêşiya rêxistina `Nifşê Pêşerojê` a li herêma Spîrz a li Beyrûtê kom bûn û şandeya dewleta Tirkiyê a ku ji cîgirê serokê dewleta Tirkiyê Fuat Oktay û wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu pêk hatiye, pêşwazî kir.

Dewleta Tirkiyê ragihand ku ew amade ye li rex Lubnanê bisekine û alîkariya wê bike. Her wiha behsa ji nû ve avakirina bendera Beyrûtê, restorakirina avahiya wê û pêşkêşkirina alîkariyê bi rêya bendera Mêrsînê ya li Tirkiyê hate kirin.  Gelo Dewleta Erdogan ji van kar û kiryaran li Lubnanê çi hedef û berjiwendiyan dişopîne?

Hikumeta  Lubnanê meha derbasbûyî ragihand ku wê 4 kesên ji Tirkiyê bi ku rêya balafireke taybet hatine, girtine. Ew kes tirk û sûrî bûn û bi wan re 4 milyon dolar hebûn. Tevgera wan li bakurê Lubnanê li gel metirsiyên siyasî girêdayî sedemên anîna wan pereyan balkêş bû. Wezîrê hundirîn ê Lubnanê Ehmed Fehmî wê demê ev axaftin kiribû: “Gelo ew pere ji bo lîstina bi nirxê dolar bû yan jî ji bo çalakkirina tevgerên diyar li Lubnanê bû?”

Dewleta Tirkiyê bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan ji Lubnanê re anagorî dîtina xwe hewl dide valahiya muhtemel a kêmbûna hegemonyaya welatên din li Lubnanê bi kar bîne. Ji aliyekî din ve jî,  Amerîka  û gelek hêzên mezin ji hegemonya dewleta Tirkiyê ya ku her ku diçe fireh dibe, ne zêde aciz in.

Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku dewleta Tirkiyê her tim planên xwe li gelek dewletan bi rêya şandina alîkariyan û tîmên girêdayî ajansa `Tîka` û Heyva Sor a Tirkiyê û gelek rêxistinên girêdayî serokatiya Tirkiyê dişîne, pêk tîne. Endamên van tîman ji istixbarata dewleta Tirkiyê ne û bi rêya ol, alîkariyê û aborî derbasî nava welêt dibin û nuqteyên zeîf ên civakê û qada siyasî bi kar tînin. Piştre dest bi xêzkirina planên xwe dikin.

Her wiha pisporên kar û barên dewleta Tirkiyê hişyarî ji armanca Erdogan ji şandina alîkariyan ji Lubnanê re didin ku ew dixwaze bêhêziya dewleta Lubnanê bi kar bîne û dest bi danîna planên xwe bike, ji bo ku hegemonyaya xwe fireh bike û cihên stratejîk li Lubnanê kontrol bike. Bi taybet benderan jêderên bingehîn û yekemîn ên aboriya welêt. Di wan benderan de bi rêjeya ji sedî 70 tevgera bazirganiyê ji welat û ber bi welêt ve derbas dibe. Ji ber wê teqînê barên aborî yên nû li Lubnanê zêde kirin li gel ku di nava aloziyên siyasî de ye û gelek dewletên herêmî û navdewletî mudaxeleya wê dikin.

Pispor piştrast dikin ku dewleta Tirkiyê dibe ku vê derfetê bi kar bîne da ku cihê xwe di Lubnanê de xurt bike, nexasim ku Lubnan bûye qada rageşiyê di navbera wê û Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û gelek hêzên dijberî wê de. Alîkariyên dewleta Tirkiyê dê valahiya Misir û Erebistana Siûdî dagire, heger ew bi rola xwe li Lubnanê ranebû, bi taybet di kolana sunnî de. Ev yek dê derî li hember dewleta Tirkiyê veke ne tenê ji bo bikaranîna qada sunnî lê belê ji bo ku hegemonyaya xwe ya Osmanîzma nû fireh bike.

Serepeyv