Hezîran 06, 2020 00:45 Asia/Tehran
  • Berdewamiya zext û zorên hikûmeta Tirkiyê li dijî kurdan û perlemanterên wan

Dewleta Tirkiyê di çarçova zext û zorên herî zêde ser kurdan de gelek ji çalakênwarên siyasî ên kurd girtin û xistin zîndanan û dest danî ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dengê gel hatibûn bijartin. Niha jî li meclisê parlementeriya wekîlên HDP û yek jî yê CHPê yên wekî Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î betal kirin û herdu parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari şandin zîndanê.

Piştî van zext û zoran û binpêkirina mafên kurdan li Tirkiyê gelê kurd ketina kolan û koçan ji bo ku dengê nerazîbûna xwe bilind bikin.

Îro înê endam û alîgirên HDPê ji bo perotestokirina girtina herdu parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari li Enqere, Stenbol û Amedê meş û çalakî encam dan.

Li Amed, Stenbol û Enqerê, HDPê li dijî betalkirina parlamenteriya du parlamenterên xwe çalakî lidarxistin.

Li Enqerê hejmarek parlamentar û endamên HDPê ku dixwestin derbasî meydana Kizlayê bibin û li nêzîk avahiya Wezareta Dadê daxuyaniyeke rojmanevaniyê bidin, lê hêzên polîsên Tirkiyê rê li ber wan girtin, bi vê yekê alozî deketin.

Ji ber ku rê nehat dan, ku li ber avahiya Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin, girseya HDPê li nêzîk avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyê kom bûn û daxuyanî li wir hat xwandin.

Parlamenter û Seroka Fraksyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de, Sarruhan Oluç di konferanseke rojnamevanî de ragihand, desthilatdariya niha ya li dijî siyaseta demokratîk, hiqûq û siyasetê “darbe” pêk aniye û diyar kir, helbet ev ne pêvejoyeke nû ye û Serokomariya Tirkiyê bi bikaranîna fişar û zordariyê li ser dadgehan û saziya dadê tometbar kir.

Oluç got, dûrxistina parlamenteriya HDPê nedestûrî û neyasayî ye” û diyar kir, ew serê xwe li hember zext û zordariyên desthilata li Tirkiyê natewînin û tekez kir, ew dê li ser rêbaza xwe ya têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û desthilata hiqûqê berdewam bin.

Oluç da zanîn, desthilatdariya niha ya li Tirkiyê, hemû samanên welat ji bo berjewendiya xwe û parastina desthilata xwe bikar tîne û got, ewa niha li Tirkiyê rû dide, “darbeyeke siyasî ji aliyê kesên xwedî kiravat ve” ye.

Serokê Fraksyona HDPê di parlamentoya Iraqê de herwiha destnîşan kir, ew dê ji bo “komareke demokratîk” û “niştimana hevbeş” bi rijdî û berdewam têkoşînê bikin û pêngavan paşde nahavêjin.

 Oluç wiha axivî: “Derbe heye. Desthilatdariya niha dijî siyaseta demokratîk, hikûqê û siyasetê derbe dike. Ev ne pêvajoyeke nû ye bêgûman. Lê duh li Parlemanê mafê parlamenteriya 3 parlamenteran li ser fermana Serokê AKPê ji dest wan hate standin. Bi vê fermanê Destûr hatiye binpêkirin û biryareke hiqûqî nîne. Aramanceke vê desthilatdariyê heye, armanca vê desthiltdariyê parastina desthilatdariya hiqûqê nîne, armanca vê desthiladariyê parastina hikûqa serdestan e. Armanca vê desthilatdariyê ew nîne ku dadperwerî cîbecî bibe. Ew xema parastina kursiyên xwe û berjewendiyên alîgirên xwe dixwin. Lê digel her zext û zordestiyê em dest ji siyaseta demokrastîk bernadin. Xwe nateminîn û çok dananin. Emê ji bo komareke demokratîk û niştimana hevbeş bi rijdî û berdewamî têkoşîn bikin û pêngavav paşde nahavêjin.”

Li aliyekê din,Komîteya Rêveber a HDPê jî biryar dabû derbarê betalkirina parlamenteriya du endamên xwe îro bicive û têkildarî rewşê nirxandinekê bike. Tê çaverêkirin ku Komîteya Rêveber a HDPê têkildarî mijarê daxuyaniyekê belav bike.

Divê were ragihandinê ku ev siyaset û kiryarên Hikûmeta AKP-MHPê li dijî mafên kurdan û zîndanîkirina parlemanterên kurdan ku bi dengê piraniya xelkê kurd hatine bijartin li derveyî Tirkiyê jî rastî gelek nerizamendî û rexneyan hatiye û new ji hikûmet dixwazin dev ji kiryarên xwe yên nedemokratî berde.