May 07, 2020 02:22 Asia/Tehran
  • Pirsgirêka Efrîqayê ji Covîd-19 girantir e: Birçîbûn

Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara mirovên birçî dimînin ku meha derbasbûyî 135 milyon kes bû, wê ji ber şewba Covîd-19 bi taybetî li Efrîqayê gelekî zêde bibe.

Rêxistina Xurekê ya Cîhanê (FAO), Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî di 22'ê Nîsanê de Rapora Ewlehiya Xurekê ya Cîhanê weşandin. Li gorî raporê heta sala 2019'an 135 milyon kes bi rengekî giran di nava metirsiya birçîbûnê de ne. Di vê raporê de hate destnîşankirin ku birçîbûn yekser bandorê li 55 welat û herêman dike.

Di raporê de mijara ku herî zêde balê dikişîne ew e, zanyariyên hatine eşkerekirin yên sala 2019'an e ku beriya şewba Covîd-19 rû dide. Wê demê şewba Covîd-19 hîn bandoreke xurt li sektora çandiniyê ya hin welatan nekiribû.

Parzemîna ku metirsiya birçîbûnê herî zêde lê heye Efrîqa ye. Ji ber stresa şewba Covîd-19 li gel kêmbûna hilberîna çandiniyê wê aborî jî bi rengekî giştî paş bikeve.

Di rewşeke wiha de jî wê li parzemîna Efrîqayê 129 milyon kes bikevin nava lepên birçîbûnê. Tê texmînkirin ku ev hejmar li tevahiya cîhanê 183 milyon mirov bin.

Ji bo sedemên pirsgirêka birçîbûnê ya li Efrîqayê gelek faktor tên nîşandan. Lê belê faktorên sereke şer û rewşa ne aram û ewle ye. Hejmara mirovên ji ber şer û bêewlehiyê di sala 2019'an de di nava krîza birçîbûnê ya giran de bûn 34 milyon kes bû. Fikar hene ku ev hejmar sala 2020'an ji ber Covîd-19 zêdetir bibe.

Faktoreke din a girîng ku li ser birçîbûna li parzemîna Efrîqayê bi bandor e, avhewa ye. Li gel germahiya global ji ber afetên xwezayî çandinî nebû bersiva bendewariyan. Vê yekê jî salane 26 milyon Efrîqayî birçî hişt. Tenê li Kenya û Sûdanê ji ber ziwatiyê xurek bi destê 10 milyon kesî nakeve. Tevlîheviya aboriyê tenê li Efrîqayê di nava sala derbasbûyî de zêdeyî 10 milyon mirov birçî hişt.

Krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 li tevahiya cîhanê rû da, tê zanîn ku wê herî zêde bandorê li welatên xizan bike. Krîza tenduristî û birçîbûnê ku wê bandorê li dehan milyon mirovên li Hindistan û gelek welatên başûr û başûrojhilatê Asyayê bike, wê bandoreke giran li Efrîqayê bike.