Nîsan 29, 2020 01:10 Asia/Tehran
  •  Kabîneya Kazimî gihîştiye kûderê?

Ji bo proseya avakirina hikûneta nû ya Iraqê ser riya hejmarek wezaret pirsgirêk çêkirine û Mistefa Kazimî jî naxwaze di bin çengê aliyên siyasî de be û dibêje, tenê ew wan zextên ku di berjewendiyên welat de be wê qebûl bike. Ev jî di demekê de ye ku nîvê dema yasayî ya jê re hatî diyar kirin derbas bûye.

Parlamenterekî Iraqê eşkere dike, Mistefa Kazimî yê ku ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin di nava hewldanan de ye ku 7 wezaretan bi serbixwe û dûr ji namzetên aliyên siyasî di kabîneyê de bimîne.

Endamê Parlemana Iraqê yê ji Lîsteya Seîrun Riyaz Meshudî ragihand ku lijneya 7 kesî ya ji bo piştevanîkirina Kazimî pêk hatiye û nêrînên xwe yên li ser kabîneyê û wezareta ji navborî re ragihandine.

Wezîfedarkirina Kazimî ya ji bo avakirina hikûmetê di hefteya sêyemîn de ye û zêdetir ji hefteyekê dem li ber maye, lê niha li pêşiya wî çend astengî hene û nikare wekî wî bi xwe ragihandiye  berî ku dama wî xelas bibe kabîneya xwe pêşkêş bike.

Hefteya borî Kazimî îşaret bi vê kiribû ku kabîneya wî amadeye, li çend rojên borî de lîsteya navê wezîran eşkere ke, lê aliyên Şîe demildest ew navana red kirin û gotin ku divê ew bi xwe mîna Kurd û Sunneyan navê wezîrên xwe destnîşan bikin.

Bi gotina wî parlamenterê Iraqê, Kazimî li ser mayîna kar a wezîrên parastinê, hundirin, neft, darayî, eletirik, tenduristî û derve israr dike ku bi awayek serbixwe û di bin desthilata wî de û dûr ji namzetên aliyên siyasî liser kar bimînin.

Roja Pênçşema borî, Mistefa Kazimî lîsteya namzên wezîrên kabîneya ku wê ava bike belav kir û ji 22 wezaretan namzetên 5 wezaretan eşkere nekir. Di nava wan de wezaretên hundirin û parastinê hebûn.

Her çiqas biryar bû duh Kazimî listeyek nû navê namzetên hikûmetê eşkere bike, ji aliyê Şîeyan ve jî were erêkirin, lê li gorî zanyariyan herdu alî negihîştine lihevkirina dawî û Kazimî jî naxwaze bikeve bin daxwazên Şîeyan. Ji bo vê mebestê jî di twitterê de got ku, ger di berjewendiya welat de nebe zextên ti aliyan qebûn nake.

Şeva borî, Mistefa Kazimî di twitterê de ragihand divê hikûmeta nû bikare krîzan çareser bike.

Kazimî pêwîst dibîne hemû alî berjewendiyên Iraqê li pêş danin û dubare dike ku tenê wê zextên ku di berjewendiyên welat de be bipejirîne.