Nîsan 01, 2020 17:57 Asia/Tehran
  • Daxwaziyên  nû bona rakirin û kêmkirina boykotên Emerîkayê li dijî Îranê

Dewleta Trump tevî rewşa awarte ya niha û ji ber êpîdemîkbûna koronayê sînor û boykotên li dijî Îranê didomîne. Nihêrîna neînsanî ya Waşengtonê li warê bidestxistina kelûmelên pdivî bona rawestana li ber koronayê di pratîk de bûye sedem ku heta niha mesela zexta herî zêde ya Emerîkayê ser sîstema dermankirinê ya Îranê bikeve rojevê.

Ev meseleya bûye sedema hilêxistina daxwaziyên nû bo kêmkirin û rakirina boykotên zalimane yên dewleta Trump li dijî Îranê. Piştî rexneyên rayedarên îranî û navdewletî ji bandora neyînî ya boykotên Emerîkayê ser hêz û şiyana Îranê bona  rawestana li ber koronayê, hejmareka zêde ji endamên kongira Emerîkayê daxwaza kêmkirina boykotên li dijî Têhranê kirin. 

 Ev nameya ku ji aliyê 32 kes ji qanûndanerên kongirê ji wan senator Bêrnî Senders, Êlîzabet Warn, Êd Markî û hejmarek ji endamên meclisa nuneran a Emerîkayê ji wan Elêksanderya Okasyo- Korts, Barbara Lî û Îlhan Omer ve hatiye wajokirin bo Mayk Pompêo wezîrê derve û Êstîven Monoçîn, wezîrê xiînedariya vî welatî hatiye şandin.

 Nivîskarên vê anmeyê siyaseta zexta herî zêde ya dewleta Trump li dijî Îranê ji ber êpîdemiya koronayê neberwexy  û neguncav dan zanîn û destnîşan kirin heta dewleta Corc W Bûş ê kur jî di dema erdheja Bemê li sala 2003an boykotên Îranê kêm kirin û alîkariya wan kir. Wan daxwaza boykotên beşên mezin ên aboriya Îranê ji wan beşên bibandor ser pêşeyên neeskerî, nizama bankî ya Îranê û derfirotina neftê û dewama vî karî heta wextekê kirin ku pisporên dermankirinê bawer in ku qeyrana  koronayê didome. 

 Donald Trump li Gulana 2018an piştî dawîkirina beşdariya Emerîkayê li hevhatina  navokî, boykotên teilîqî li gor vê hevhatinê li dijî Îranê dubare cih anî. Wî her wiha çend dewrên din ên boykotan jî li dijî beşên curbicur ên aboriya Îranê cih aniye. 

 Xala giring eva ye ku  boykot heta kelûmelên têkildarî beşa mirovheziyê ji wna kelûmelên pizîşkî û dermenkirin jî dige ber xwe û bûne sedema  mirina dehan kesî li Îranê lê belavbûna vîrûsa koronayê û nexweşiya kovîd 19 berûlayên daye  kêmasiyên pizîşkî û dermankirinê li Îranê ji ber boykotên Emerîkayê.