Mijdar 08, 2019 18:37 Asia/Tehran
  • Pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî, işkesta zexta herîzêde ya Amerîkayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara islamî ya Îranê got: Amerîka rêberê şerûtîyê û damezirîner û piştgirê darayî yê têrorîsmê li cîhanê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara islamî ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî wek berteka himberî gotinên dijî Îranê yên Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagusê li Twitterê nivîsî: ''Gelo bihîstina van gotinan ji zarê rêjîma ku di rastîyê de rêbertîya şerûtî û yekalîkarîyê li cîhanê dike û damezirînerê têrorîsmê ye û piştgirîya darayîyê li cîhanê didê, kêmekê ecêb nîne?''

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagusê duh wek berteka himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî, ji civaka navnetewî xwest ku zextên ser Komara islamî ya Îranê zêde bike.

Ev gotin nîşan didin ku sîyaseta ``zexta herîzêde`` ya Amerîkayê dijî Îranê pêrgî işkestê bûye û nika ev welata dixwaze cîhan dijî Îranê helwestê nîşan bide.

Amerîkayê bi vekişîna ji Rêektinama Atomî ya digel Îranê di 8`ê Gulana sala 2018`an de û sepandina sîyaseta ``zexta herîzêde`` ser Îranê de nakrîye bigihêje armancên xwe çinku, gelê Îranê bi ``berxwedana herîzêde`` sîyaseta zorbêjî û yekalîkarîya Amerîkayê pûç derxistîye.

Bi gotineke din mirov dikare bêje ku encama sîyaseta zexta herîzêde ya Amerîkayê dijî Îranê, tenêmayîna Waşîngtonê bûye ku pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî û helwesta Amerîkayê vê yekê nîşan didin.

Raporên vê dawîyê yên Sindoqa Navnetewî ya Dirêv (IMF) û Banka Cîhanî derbarê hereketa abora Îranê ber bi geşbûnê û derbasbûna Îranê ji abora ser bingeha niftê gişk nîşaneyên işkesta sîyaseta Amerîkayê ya botkotkirin û yekalîkarkirina dijî Îranê ne.

Cidakirina niftê ji sîstema aborî, nîşaneya pirrcûrbûna derhatên aborî li Îranê ye û vê yekê abora Îranê xistîye rêya geşbûnê.

Kovara amerîkî ya FOREIGN AFFAIRS`ê duh wek berteka himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî nivîsî: Îran bi awayekî serketî ji boykotên Amerîkayê derbas bûye û çalakîyên navokî û rolwergirtina Îranê li herêmê hela jî didomin.

Berî vîya amerîkîyan idia kiribûn ku gef û zexta herîzêde pêşîya çalakîyên navokî yên Îranê digirin û hejmonîya Îranê li rojavaya Asyayê jî kêm dikin.

Pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî nîşan da ku pêşxistin û berfirekirina biaştî ya çalakîyên navokî yên Îranê bi boykot û zextên berfire yên Amerîkayê nasekinin û eva babeta girîng xwecihbûna têknolojîyê li Îranê nîşan dide.

Amerîkî bilî helwesta yekalîkarkirinê, bi gef û tirsandinê jî hewil idin welatên din dijî Îranê li rex Waşîngtonê cî bigirin û ev yeka piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî baş dikeve ber çavan.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê di vî warî de duh demajoya kêmkirina sozên navokî yên Îranê encama serederîya Amerîka û Ewrûpayê zanî û got: Amerîkayê netenê sozên xwe bi derbasbûna ji hiqûqên navnetewî binpê kirine belkî bi gefa cezakirina bi rêya boykotê, nehîş welatên cîhanê Rêketinama Atomî ya digel Îranê cih bînin.

Pêngavên nû yên Îranê têkildarî Rêketinama Atomî, bertekeke xwezxayî hibmerî serederîyên Amerîka û Ewrûpayê ne û herwiha mafê xwezayî yê Îranê ye ku di Rêketinama Atomî de hatîye kivşkirinê.

Di rewşeke wiha de welatê ku ligorî idiaya Amerîkayê baca navokî dixwaze, ne Îran belkî Amerîka ye ku bi kivşkirina pêşmercan, gefan û tirsandina welatên din bi dû berjewendîyên xwe yên zorbêjane himberî Îraên ye.