Mijdar 01, 2019 17:27 Asia/Tehran
  • Tekîda Beşar Esed ser parastina yekparçetiya axa Sûriyê

Beşar Esed li gotûbêja xwe ya tev telivîzyonên Sûriyê bilî hişyariya bi Tirkiyê, ji siyasetên Amerîka li nav axa Sûriyê rexne kir û bilî tekîda ser yekparçetiya axa vî welatî hişyarî da ku dewama siyasetên Amerîka û Tirkiyê dê bibe sebeba ji nûve zindîbûna terorîstên DAIŞ`ê.

Tirkiyê bi îznvergirtina ji Amerîka li 17 Cotmehê êrişa xwe ya ser bakûra Sûriyê destpê kir û vê êrişê hefteyek domand, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li Press konferansek li bara êrişa Tirkiyê ser axa Sûriyê îşareyî sê babetan kir.

Beşar Esed ragihand ku li destpêkê gere ku bê gotin hedefa vê êrişa Tirkiyê xebata dijî terorîstan nebûye belkî hedefa Erdogan tamakariya ser axa Sûriyê bûye.

Beşar Esed herwisa ragihand babeta dudyan jî evaye ku Tirkiye nûnerê Amerîka li navçê ye . esed bawere ku Tirkiyê êzna ser axa Sûriyê ji Amerîka vergirt û pêwîste hemû aliyên sûrî ji wan kurdên Sûriyê hişyar bin û dil bi alîkariyên Amerîka xweş nekin.

Babeta sisyan jî eva bû ku Esed hişyarî daye Tirkiyê ku eger ji nav axa Sûriyê dernekeve, gelê Sûriyê tu rêçareyek xîncî şerkirin û berevaniya ji axa xwe tune.

Beşar Esed netenê ragihand ku pêwîste artêşa Tirkiyê ji nav axa Sûriyê derkeve, herwisa hişyarî daye grûpên çekdar yên ku Enqere piştevaniya wan dike ku yan ewna jî gere ku ji nav axa Sûriyê derkevin û yan jî dest ji şerkirina tev nizama Sûriyê berden, ku eger wiha nekin artêşa Sûriyê dê bi wan ra têkeve şerkirinê.

Van gotinên Beşar Esed bibaşî nîşan dide ku nizama Sûriyê hêdî hêdî kirîzên nav welêt derbas kirine û li rewşekî baş daye ji bo berevaniya ji ax û yekparçetiya welêt.

Pişkek din ji gotinên Beşar Esed li bara siyasetên Amerîka li hemberî Sûriyê ye û wî li vê barê îşareyî çar xalan kir.

Ewil eva ku ser bawera Beşar Esed operasiyona dijî Ebûbekr Bexdadî û mirina wî operasiyona xapandinê bû ji ber ku Amerîka bi kuştina Bexdadî serokê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê xebitî hêtibara ji dest çûyî ya xwe li babeta xebata dijî terorîzmê bîne dest.

Babeta dudyan ku Esed îşare kir eva bû ku xêra Amerîka li viyaye ku dîsa grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê li navçê çê bike loma ser bawera wî , îmkana viya heye ku Amerîka grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ li navçê bi ser û ber bike.

Babeta sisyan jî eva ku îdiaya Amerîka li bara pişkdariya Sûriyê li kuştina Bexdadî derew bû ji ber ku Şamê bawerî bi Waşîngtonê tune û loma tu hevkariyek bi Amerîka ra nake, bitaybet li şerê dijî terorîstan. Esed li vê barê got: Sûriyê yu peywendiyek bi operasiyona kuştina Bexdadî va tunebûye û tu hevkariyek di navbera Sûriyê û tu saziyek Amerîka va qet çê nebûye.

Babeta çaran jî ku Esed îşare kir eva bû ku Amerîka li nav axa Sûriyê tev terorîstan şer nake belkî çavên Amerîka bi dû nifta Sûriyê ye, her ji ber viya Beşar Esed bi teniştokekê ragihand ku Trump serokkomarê herî başe Amerîka bûye ji ber xebatên wî yên zelal ku wî ragihand Amerîka li nav Sûriyê bi dû nifta vî welatî ye û eva siyaseta rastîne Amerîka ye.