Cotmeh 25, 2019 19:21 Asia/Tehran
  • Kirêgirtî, çalakên di xwenîşandanên li Iraqê de

Xwenîşandana li dijî dewletê li navçên curbicure Iraqê bi taybet Bexdaya paytext, îro 25 Cotmehê hat lidarxistin.

 Plana xwenîşandana îro li Iraqê pêştir hatibû darêştinê. Ev xwenîşandana li halekê hat lidarxistin ku sê xalên giring li bara wê hene. 

Xala ewil: Dewleta Iraqê li yek meha buhurî,4 pakêtên pêşniyarî  bi mijara dabînkirina xwestekên neraziyan raber kirin. Miaş, sererastkirina nijyaran û rawestana li hember gendeliyê sê mêhwerên sereke li pakêtên pêşniyarkirî yên dewleta Iraqê ne. Lê hin tevgerên siyasî yên Iraqê tim bi van pêlên nerazîbûnê û ser dewama nerazîtiyan û heta îstifaya dewletê teqez dikin li halekê ku kêmtir ji salekê ser emrê dewleta Ebdulmehdî derbas dibe û dewlet bona ku pakêtên reforman cih bîne û bersiva xwestekên gelanî bide, hevceyî bi demê heye. 

 

 Xala dudyan: Wer tê xûyanê,nerazî nizanin bi van nerazîbûnan li dû çi digerin, serokkomar û serokên sê dezgehan bi taybet serokwezîr bi caran raghandine ku dengê neraziyan bihîstine û pakêtên pêşniyarkirî jî nîşana  cidîgirtina xwestekên gel ji aliyê dewleta Iraqê ye. Dewama nerazîbûnên li djî dewleta ku emrê wê ji salekê kêmtir e û daxwaza bona sernixûnkirina pergala siyasî û dewleta Iraqê ne tenê nîşana çalakiya siaysî li vî welatî nîne belkî nîşan dide alûgurên Iraqê hema li gor dilê tevgersazên civakî û li dijî berjewendiyên gel hereket dike. 

Xala sisyan: Kesên kirêgirtî li Iraqê roleka aktîv hene. Kirêgirtî bi şêwazên curbicur hewl didin xwenîşandana gelê Iarqê rênimûnî bikin û ber bi şîdetê va bikşînin. ser vê esasê, dengo li înternetê û soşil medyan ketin rojevê. Ji van dengo û şantajan , nûça derev a derketina  rayedaran ji welêt û her wiha girêdana sînoran e.

 Beşdariay hêzên ser bi Îranê bo serkutkirina  xwenîşandana Iraqê jî ji van dengoyan in ku ji aliyê Iydî Kohên nivîskarê îsraîlî hat weşandin. Aydî Kohên di twîtekê de îdia kir ku  bi hezaran kes ji tîpa fatimiyûn bo têkbirina xwenîşandanê tên Iraqê. Ev îdiaya bi armanca pêkanîna  dijberiyê navbera xelkê Iraqê û dewleta Îranê hatiey hilêxistin li halkeê ku Komara Îslamî ya Îranê bi caran tevî dijberiay li hember her cure mudaxila biyaniyan li karûbarên Iraqê ser pêwîstiya xwestekên gelanî ji aliyê dewleta Bexdayê teqez kir.

 Proja çîkirina kuştiyan jî yekî din ji şêwazên kirêgirtiyan bona xalifandina  xwenîşandana  gelê Iraqê ye. Li vê şêwazê tevî ku pevçûn û şîdeta navbera  neraziyan û hêzên ewlehiyê tê gurrkirin amarên drew jî li bara hejmara kuştî û birîndaran tên weşandin ku xelkê li dijî hêzên ewlehiyê rakin. 

 Ji ber vê rewşê, Ebdulmehdî Kerbelayî nunerê Ayetullah Sîstanî û pêşnimêjê Kerbelayê xitabî xwenîşanderên iraqî got ku  nehêlin kesên ku armancên kirêt hene tevlî we bibin  û êrişî hêzên ewlehiyê bikin. Ji xwe merceyeta Iraqê dilgiranê rola aktîv a kirêgirtiyan li xalifandina xwenîşandana xelkê vî welatî ye.