Cotmeh 18, 2019 16:50 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Tirkiyê û Amerîka liser agirbesa têkildarî Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji agirbesa di navbera Waşîngton û Enqerê li bara bakûra Sûriyê xeber da.

Mewlûd Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li press konferansa xwe ya pêncşemê şev li Enqerê got: Tirkiyê agirbesekî pênc rojî li bakûra Sûriyê qebûl kiriye ta ku grûpên neyarê dewleta Tirkiyê ji Reqe û Hesekê li bakûra rojhilata Sûriyê derkevin.

Mewlûd Çavuşoglu got: Gor rêketina vê agirbesê herwisa çekên giran ji PYD, YPG û PKK têne istandin.

Li vê barê da Salêh Muslim endamê derecebilinde PYD ragihand ku partiya wî pêbendî agirbesê ye lê eger ewna bikevine ber êrişê dê jixwe berevaniyê bikin.

Hefteyekê piştî êrişa Tirkîyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê, şeva buhurî hat ragihandinê ku Amerîka û Tirkîyê têkildarî agirbeseke 5 rojî li bakura Sûrîyê lihev kirin.

Ligorî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê, Enqere dê êrişê 5 rojan rawestîne ta ku şervanên Kurd 20 maylan ji sînorên Tirkîyê vekişîn. 

Destdirêjiya eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê nasyar bi operasiyona Kaniya aşitiyê ji 9 Cotmehê û bi mihaneya sekinîna li hemberî kurdên Sûriyê ku Tirkiye wan terorçîst binav dike û paqijkirina sînorên Tirkiyê tev Sûriyê ji wicûda xwedêbergiravî van terorîstan destpê bû.

Eva li halekê ye ku agirbesa îmzabûyî di navbera Tirkiyê û Amerîka qet nikare bersica kirîza bakûra Sûriyê bide , ji ber ku li vê rêketinê qet dewleta Sûriyê nehatiye agehdar kirin.

Ji aliyê dinve herçend Amerîka û Tirkiyê agirbesa 5 rojî li ser bakûra Sûriyê îmza kirine lê rastî evaye ku van her du welatan bi xwe hakimiyeta yekparçetiya axa Sûriyê binpê kirine û eger hema ji destpêkê van welatan rêz û hurmeta Yekparçetiya axa Sûriyê dihate girtin bê şik pîşiya berfirehbûna terorîstan dihate girtin.

Hejî gotinê ye ku faktorên zav hene ji bo vê yekê ku kirîza bakûra Sûriyê bê kuntrolkirin ku hevkariya navçeyî ya welatên navçê, girtina pîşiya xwetêkeliya welatên biyanî, girtina pîşiya nêhrînên eşîreyî ku dijî hakimiyeta netewî ya gelê Sûriyê dixebitin, ragirtina rêz û hurmeta qayde û qirarên navnetewî ji van hegerên serekene bona kuntrolkirina kirîza bakûra Sûriyê.

helbet eger hakimiyeta dewleta Şamê li ser bakûra Sûriyê bitamî îcra bibe bê şik pirsgirêkên nav Sûriyê jî dê bêne çareserkirin.