Cotmeh 11, 2019 16:14 Asia/Tehran
  • Firotina çekan bo Erebistanê | Dewama siyaseta çendcûre ya Ewropayê derbarê cenga Yemenê

Di halekî da ku Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê hema wisda kuştina welatiyên sivîl didomîne û welatên rojavayî jî bi firotina çek û amûrên şêrr bo Erebistanê vê kuştinê xurt dikin, Êmanûêl makronê serokomarê Fransayê bi jesteke propagandayî, ji Siûdî û Imaratiyan xwest ku çekên çêkirî li Firansayê li şerê Yemenê nexebitînin, ji ber ku dikare bibe sebeba mirina welatiyên sivîl.

Kuştina xelkê Yemenê ji aliyê Hevpeymanya Siûdî di halekî da didome ku bi dehan raporên sazî û rêxistinên navneteweyî qala berûlayên diltezîn ên kuştinan û rewşa xerab a xwearek, derman û tendurustiyê li vî welatî dikin û daxwaza rawestandina şêrr dikin. Ev di rewşekê da ye ku Hevpeymaniya Siûdî bi rêbertiya Erebistanê hema wisa bi kirrîna çekan ji Amerîka û Ewropayê agir şêrr gurr dike û kuştinê didomîne. Ev rewş bûye sebeb ku raya giştî ya cîhanê û gellek ji sazî û rêxistinên Mafên Mirovan daxwaza rawestandina firotina çekên ewropî bo Hevpeymaniya dijî Yemenê dikin. Erebistan û Imarat ji bikirrên herî mezin ên çekên Amerîka û welatên Ewropî nemaze Brîtanya, Almanya û Fransayê ne û rawestandina firotna çekan dikare li ser pêvajoya şerê Yemenê û rawestandina wê bandorê bike. Lê welatên rojavayî tevî bilindkirina dirûşmeyên dijî şêrr û berxwegirtina prensîba aştîxwaziyê naxwazin dest ji sûdê miliyar dolarî ya firotna çekan bo hevpeymaniya Siûdî-Imaratî bikişînin. Ev welatên dawakerê piştevaniya ji Mafên Mirovan û Dêmokrasiyê ne, lê di pratîkê da pişta dîktator û rêjîmên serkutker digirin û çekên wan dabîn dikin. Hin dewletên ewropî firotina çekan bo Erebistanê qedexe kirine û di bin zexta raya giştî û rêxistin û komên dijî şêrr neçar mane ku vê qedexetiyê ragihînin, lê bi away veşartî hema wisa çekan difiroşin Erebistanê. Wisa ku berovajiya dengê dadgeha bilind a Brîtanyayê derbarê qedxetiya firotina çekan bo Siûdiyan, London hema wisa danûstandinên xwe yên çekdarî û leşkerî digel Riyazê didomîne. Di vê navberê da Fransa hertim bi awayekî aşkira ji firoşyarên sereke yên çekan bo Erebistanê bûye. Rapora tîma karzaniyê ya NY ku hefteya pêş derbarê cinayetên cengê li Yemenê hat weşandin, nîşan dide ku welatên rojavayî wekî Amerîka, Brîtanya û Fransayê ku bi piştevaniya çekdarî, istixbaratî û locêstîk alîkariya hevpeymaniya Siûdî-Imaratî kirine, hevpişkê cinayetên şêrr li Yemenê ne; Li gorî karesatên şerê Yemenêû û nerazîtiya berdewam a raya giştî û rêxistinên Mafên Mirovan, niha dewletên ewropî nemaze Fransa zêdetir ketine tengasiyê. Wer xuya dike ku ewna divê navbera jesta aştîxwazî û mirovheziyê an firotina çekan û xurtkirina kuştina yemeniyan bi destê Siûdiyan, yekê hilbijêrin. Her çend ku wer xuya dike ku ewna nikarin dev ji dolarên Siûdî berdin. 17 saziyên mirovhezane û berevanê Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku bi mebesta bidawîanîna derd û rencê gelê Yemenê, Fransa divê herî zûtir şik û gumanan derbarê hevdestiya tev cinayetkarên cengî bi dawî bîne.