Cotmeh 04, 2019 16:51 Asia/Tehran
  • Xwenîşandanên li Iraqê, xweristî yan komplo?

Ji roja Sêşemê va hin xwenîşandan bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyan, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî dest bûn lê ew xwenîşandan berebere veguherîn şîdetê û di encamê de bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne.

Belgeyên curbicur nîşan didin tişta ku li Iraqê diqewime ''komployeke biarmanc'' ye. Mirov dikare hegerên curbicur di vî warî de hilêxe.

1- Dîmen û wêneyên ku ji xwenîşandanên gelê Iraqê li şebekeyên civakî tên weşandinê him nerast in û him jî tam biguman. Di hin wêneyên ku di destê nerazîyên iraqî da ne, durişm dijî merceyê Şîeyan hatine nivîsîn. Di eynî demî de hin durişm û daxwaz têkildarî sernixûnkirina dewletê xûya dikin.

Ew durişmana di halekî da ne ku gelê Iraqê ji dil û can bawerî li merceyê dînî û rola avaker a wî li vî welatî heye ku mînaka wê jî pêşwazîya gel ji fitwaya Ayetullah Sîstanî di sala 2014`an de derheq seferberîya gelanî jibo têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê da ye. Ji hêla din ve, dewleta Iraqê bi dengê gel hatîye bijartinê û gelê wî welatî jibo avakirina dewletê dengê xwe da komên Şîe.

2- Ew xwenîşandan bereberê destpêbûna meşa roja Erbeînê destpê bûne. Wer xûya dike ku wan xwenîşandanan meşa roja Erbeînê kirine armanc. Armanc ew e ku meşa roja Erbeînê li Iraqê bi awayekî berfire neyê lidarxistinê û ji hêla din ve gelên welatên din nemaze Îranî bi mebesta pişkdarîya di meşa roja Erbeînê de bera xwe nedin Iraqê. Ev yeka yek ji hegerên durişmên dijî Îranê di hin xwenîşandanên li hin şarên Iraqê de ye.

3- Xwenîşandanên li Iraqê hevgavê serdestbûna yemenîyan himberî Erebistanê û herwiha xitimîna sîyasî li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê jibo pêkanîna kabînê ne.

Iraq j iwan welatan e ku sîyaseteke derve ya serbixwe heye û neyarê şerê Erebistanê dijî Yemenê û asayîkirina peywendîyên welatên Ereb digel Rêjîma Sîyonîst e. 

Ji hêla din ve, Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî peywendîyên nêzîk bi Komara Islamî ya Îranê ra hene. Lewma Iraq ketîye ber xwenîşandan û şîdeta bi dilê mêhwera erebî-ibrî-rojavayî.

Sêkrêtêrê Gişt Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê Qêys Xezelî di meha Tebaxê de got: Hin alîyên sîyasî yên navxweyî li Iraqê bi zilhêzên bîyanî re di halê amadekarîya jibo birêxistina xwenîşandanê de ne, çinku ji sîyaseta derve ya Iraqê nerazî ne. Pirsgirêk jî liser plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Serdemê ye. Dixwazin dewleta Iraqê bikin fermanberê xwe. Lewma em ê dîsan bibînin ku li Iraqê xwenîşandan bên lidarxistin. Xwenîşndanên ku biryar e di 10`ê Cotmehê de destpê bibin.

4- Xwenîşandanên li Iraqê hevgavê ragihandina encamên lêkolînên dewleta Iraqê derbarê êrişa ser binke û cebilxanên Heşdi Şeibîyê û pêgirîya Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Iraqê ser rola rasterast a Rêjîma Sîyonîst di wan êrişan de tên lidarxistin. Di vî halî de di xwenîşandanên nika li Iraqê de yek ji xetên sereke yên mêdyayên ereb û rojavayî sepandina hizra sekinîna Heşdi Şeibîyê himberî nerazîyan û encamdana karên tund ji hêla wê sazîyê himberî gelê Iraqê ve ye. Ev cure serederîya mêdyayên rojvayî û ereb jî nîşan dide ku tişta li Iraqê diqewime ''komployeke biarmanc'' ye. Komploya ku armanca wê lawazkirina hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê nemaze Heşdi Şeibî ye.

5- Hin unsurên rêjîma Beis a Iraqê piştgirî dan xwenîşandanan. Bi destpêbûna xwenîşandanan keça Seddam, Regd Seddam li Twitterê piştgirî da wan xwenîşandanan û ew ``nivşa Qadisîyê`` bi nav kirin û nivîsî ku ``hemî Iraqê digel we ye`` û ``Xwedê rehmetê li şehîdên me bike.``

Rastî eva ye ku mirov nikare pirsgirêkên aborî û gendelîya idarî li Iraqê inkar bike lê, şîdeta ku dema xwenîşandanan qewimîye û şêwaza belavkirina nûçe û raporên têkildarî wan nerazîbûnan a mêdyayên rojavayî û ereb vê yekê nîşan dide ku divê iraqî himberî komploya biarmanc a hin alîyên bîyanî û hin welatan hişyar bin.