Îlon 27, 2019 17:26 Asia/Tehran
  • Nêhrîna Rêberê Inqilabê: Tu hêvî û baweriyek bi Ewrûpa nîne

Rêberê mezine inqilaba islamî ya Îranê tevî rexneya ji siyasetên ewrûpayê piştî derketina Amerîkayê ji nav rêketina navokî destnîşan kir: Hatûçûn û girêdana rêketinnameyan tu pirsgirêk tune, lê tu baewrî û hêviyek bi ewrûpiyan nemaye.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina tev endamên meclisa Xubreyên rêberiyê bilî rexneya ji siyasetên ewrûpa piştî derketina Amerîka ji nav rêketina navokî got: Her çend ewrûpiyan soz dabûn ku pêbendî rêketina navokî dimînin, lê ji boykotên Amerîka dijî gelê Îranê peyrevî kirin û tu sozekî xwe cih neanîn û ji viya şûnda jî nemumkine ku karekê cih bînin loma pêwîste ku tu hêviyek bi ewrûpiyan neyê girêdan.

Rêberê mezine inqilaba islamî ya Îranê destnîşan kir: Qet nabe ku gelê Îranê baweriyê bi van welatan girê bide ku alaya dijayetiya tev nizama Îslamî hididin û bi dû siyasetên Amerîka û van çend welatên ewrûpî diçin ji ber ku van welatan hema eîşera dijayetiya xwe tev gelê Îranê ragihandine.

Piştî ku Amerîka ji nav rêketina navokî derket sê welatên ewrûpî jî bi cih neanîna soz û qirarên xwe li hemberî Îranê nîşan dan ku li dijayetiya Îranê ew sê welatên ewrûpî jî hevrêne digel Amerîka.

Piştî ku Amerîka ji nav rêketina navokî derket, van sê welatên ewrûpî ragihandin ku dixwazin ku di nav vê rêketinê da bimînin û heta li destpêkê xebitîn mekanîzmek derve ji desthilata danûstandinên dolarê çê bidin ta ku bi bawera wan peywendiya abûrî ya tev Komara islamî ya Îranê neyê qutkirin lê rastî evaye ku wan nekarîn vê siyaseta xwe bidomînin.

Her çend welatên ewrûpî soz dane Îranê ku hazirin sozên Amerîka yên gor rêketina navokî jî cubran bikin lê dîsa jî wan nekarîn van sozên xwe cih bînin  û sercem van cure siyasetên Ewrûpa dijî gelê Îranê bûye sebeb ku baweriya bi van sê welatên ewrûpî jî nemîne.

Piştî ku Îranê ji Gulana sala 2019 gor rêketina navokî pêngavên xwe yên kêmkirina soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî hilanîn û niha jî pêngava xwe ya sisyan li vê barê hilaniye ewrûpî bi rêberiya Emanoêl Macron serokomarê Fransayê dixebitin ku her curekê bûye Îran pêngavên dine xwe yên gor rêketina navokî li pişka kêmkirina soz û qiraran raneke.

Hema li vê barê da Mekron bi caran ji rêya telifûnê tev Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê axivî û heta ragihand ku Fransayê bona îcrakirina soz û qirarên ewrûpiyan pilanek heye lê rastî evaye , ji ber neyartiya Amerîka tev vê pilana Fransayê ev pinala jî nehate îcrakirin.

Her çend Amerîka neyartiya xwe tev Pilana 15 milyard dolarî ya Fransayê ragihand ji aliyê din ve parek ji karzanên siyasî yên Îranê û yên biyanî jî ragihandine ev pilana gor rêketina navokî nehatiye organîzekirin û babeta herî girîng ji bo Îranê îcrabûna xalên rêketina navokî ye yanî ku Îran bikaribe nifta xwe bifroşe û diravê nifta xwe jî bi rehetî bistîne.

Her çend piştî sefera Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê bo NY li Newyorkê, gotûbêjên di navbera taxima Îranî û aliyên ewrûpî şîdet peyda kir lê rastî evaye ku heta niha van gotûbêjane negihêştine tu encamekê.

Her çend sê welatên ewrûpî li dû rêçareyek digerin ta ku biokaribin karekê bikin ku Îran bi tamî hemû soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî îcra bike lê ji ber ku ewna nikarin siyasetekî bêla li hemberî Amerîka berçav bigrin loma heta niha gotûbêjên wan û Komara islamî ya Îranê li bara rêketina navokî bê encam mane.

Her ev mesela ku Îranê heta niha sê pêngav bona kêmkirina soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî rakirine nîşana vê yekê ye ku Îranê bawerî bi van sê welatên ewrûpî tune wisa ku rêberê mezine inqilaba islamî ya Îranê destnîşan kir: Eger bê û welatên ewrûpî pêbendî boykotên Amerîka dijî gelê Îranê bimînin , êdî dema wê yekê gihêştiye ku hêviya bi van welatan jî bê qutkirin.