Tîrmeh 26, 2019 19:15 Asia/Tehran
  • Îradeya gelê Îranê teslîmî dijminan nabe

Fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Tu qudretek nikare ji bo gelê Îranê biryarê bigre û pêwîste cîhan bi rêz û hurmet îradeya gelê Îranê bi fermî nas bike.

 Serdar serleşkir Huseyn Selamî,Fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî 

 duh pêncşemiyê li civîna cîhadgerên parêzgeha  Xûzistanê li başûrê rojava  Îranê got:Dijmin divê rêzê ji viyana gelê Îranê bigrin û tu kes nikare bîr û hizrên xwe ser Îranê de bisepînin.

 Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku Îranê dê xwe li ber zext û zoran netewîne û got: Zexta dorpêçê û boykot riya  rûbirûbûna bi gelê Îranê re nînin û îro welatên ku digotin em nahêlin Îran  dilopekê niftê bifroşe ji helwsêtên xwe paşde vekişyane.

 Serleşkir Selamî li bara êrişa ser  mezinatî û serbilindiya gelê Îranê hişyarî da dijminên biyanî teqez kir:Ger keftarê pîrê kolonyalîst ku roleka  mezin li paşdemayî weyîkirina  Îranê heye, bixweze li hember gelê Îranê serê xwe bilind bike, ewladên vî gelî dê gemiya wan ji nav çar paporên emerîkî û inglîzê bikşînin derve û dê wê bînin peravê û qaweta îstikbarê têk bişkînin.

Ji ber ku gelê Îranê hema bê la ji heq û mafê xwe berevaniyê dike hertim ketiye ber êrişa teblîqî, propagandeyî û pîskolojîke dijminan û heta carna jî dijmin gefan li gelê Îranê dikin.

Îrade û berxwedana gelê Îranê li hemberî qudretên zorbêj ji wan Amerîka bûye sebeb ku dewranên dijware jiyana 40 salî ya inqilabê, xelk bi serbilindî û serketî derbas bikin û inqilaba islamî ya Îranê dersa berxwedan û mêrxasiyê daye gelên cîhanê.

Inqilaba islamî ya Îranê îspat kiriye ku hakimiyet û se4rxwebûna Îranê hertim ytekparçeye û hemû xelkê Îranê li mesela berevaniya ji axa welêt hevgirtî ne.

Her li vê barê Karlos Santa Mariya karzanê meselên siyasî ji Kolimbiyayê li gotûbêja tev radyoya Ispaniyayî ya dervesînorî got: Welatên ku hakimiyetek xwe yê bêla hene û serxwebûna wan heye qet teslîm nabin.

Teslîm nebûn ji taybetmendiya gelê Îranê ye ku piştî serketina inqilaba islamî li Îranê xelkê ew taybetmendiya aniye dest û bûye mînakek ji bo welatên cîhanê.

Xîm û binyata hemû dijayetiyên Amerîka derheq gelê Îranê her ew berxwedana gelê Îranê li hemberî pîlanên dijminan bûye ku sercem bûye sebeba işkesta van pîlanan.

8 sal berevaniya pîroz û berxwedanên mêrxasên îranî û gelê Îranê li vî şerî îradeya rastîne xelkê Îranê nîşan da ku qet ev îradeya rastî işkestê nayê û nîşan da ku gelê Îranê li hemberî zextûzoran, boykotan û gefên dijminan hertim li ber xwe didin û teslîm nabin.

Her ev îradeya qahîme gelê Îranê bûye sebeb ku dewleta Donald Trump serokkomarê şerxwaze Amerîka li hemberî Îranê nizanibe ku çi bike .

Donald Trump serokkomarê Amerîka ku çûye Koşka Sipî hema dijayetiya xwe derheq gelê Îranê eşkera kir û ji riyên curbicure wekî boykot, zextûzor û gefan heta niha xebitiye dewlet û gelê Îranê teslîm bike lê rastî berxwedana herî zêdeye xelkê Îranê hatiye.

Bilî viya bersiva bi hêz û qudrete Sipahê Pasdarên inqilaba islamî bi destdirêjiya firokeya bêfirokevane Amerîka ya Global Hawk ku ji bo sîxoriyê hatibû nav axa welêt, carek din qudreta eskerî û teknolojiya vî welatî rastî pirsgirêkan anî.

Karlos Santa Mariya her li vê barê got: Eva ku Amerîka hertim teblîq dikir ji babeta teknolojiya eskerî seratir ji hemû welatane bi ji jordaketina vê firokeya bê firokevan vî welatî, eşkera bû ku ev teblîqatên hanê hemû derewin û nîşan da welatên li halê pêşketinê dizanin çawan ji xwe berevaniyê bikin.

Her çend zextûzora dijî Komara islamî ya Îranê ji aliyê dijminan hîn jî berdewam e lê roja îro Îran bûye qudretekî navçeyî û her roj jî bi hêz û qudrettir dibe.

Siyasetên curbicure dewleta Trump li hemberî Îranê ji gefên curbicur heta gotûbêjê nîşana bêhêvîtiya Amerîka û teslîmnebûna gelê Îranê li hemberî xwestekên Amerîkaye.