Tîrmeh 20, 2019 14:58 Asia/Tehran
  • NY ji ber helwesta nijadperestane ya Trump rexne kir

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bicaran helwestên ijadperestane himberî postreş û koçberan nîşan daye û heta derbarê sîyasetvanên koçber ên postreş û yan yên herêma Amerîkaya Latîn de ji ber helwestên wan lome kirîye û xwestîye k uew bizvirin welatê xwe.

Ew helwesta Trump bûye sedema rexneya rayedara pillebilind a Mafên Mirovan a NY. Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a NY, Mîşêl Başlêt got ku 4 parlimanterên jin ên Dêmokirat ên Kongira Amerîkayê ku ketine ber êrişa devkî û dijûnên Donald Trump, mirovên ecêb in. Helbet Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a NY bersiva vê pirsê ku gelo gotinên Trump ên derbarê wan 4 parlimanterên jin da ``nijadperestane`` dizane yan na? neda. Wê di eynî demê e pêgirî kir ku baş nine ku rêvebirên cîhanê gotinên nefretîner bi kar bînin.

2 hefteyan berî niha komeke parlimanterên jin ên Dêkomirat ên endamê Kongirê piştî seredana sînorê Amerîka û Mêkzîkê di civîneke komîteyeke Kongirê wek şehed dijî sîyaseta koçberîyê ya Trump derketin. Ew yeka bû sedema hêrsbûna Trump û wî li Twitterê êrişî wan kir û xwest ku ew bizvirin welatê xwe. Trump roja Yekşem 14`ê Tîrmehê çend Twitt dijî komeke parlimanterên jin ên ``pêşeng`` ên Partîya Dêmokirat belav kirin.

Trump bêyî ku navê kesekî bêje, ji wan re nivîsî: ``Bizvirin welatê xwe`` û welatên `` bi sûcê levitî`` yên xwe paqij û durist bikin.

Îlhan Umer yek ji wan parlimanteran bû ku wê jî nivîsî: Bi wê hegerê ye ku em jibo parastina welêt ji pîstirîn, gendeltirîn û bêleyaqettirîn Serokomarên ku me heta roja îro dîtine, têdikoşin. Ji 4 parlimanterên jin ên ku Trump ew hedef girtibûn, tenê Îlhan Umer nunera eyaleya Mînêsûtayê koçbera somalyayî bû ku niha welatîya Amerîkayê ye. Her sê parlimanterên din li Amerîkayê ji dê bûne. Parlemantera Masaçosêtê Ayana Prîslî li Sînsîyatîya Ohayoyê, nunera pişkeke şarê New Yorkê Alêksandêr Okazîyo Kortêz û Reşîde Talib ji eyaleta Mîşêganê li şarê Dîtroytê ji dê bûye.

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê jî ku pirranî di destê Dêmokiratan da ye, sêşemê 16`ê Tîrmehê di biryarnameyekê de twittên Trump ên dijî 4 parlimanterên jin ên endamê Kongirê şermezar kirin û ew gotinên wî ``nijadperestane`` bi nav kirin.