Tîrmeh 05, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Şirove- Zevtkirina gemiya nifkêş a Îranê / Lîstika Englîs ser xêra Amerîkayê

Hêza Deryayî ya Englîsê li Tengava Cebel Tariqê gemiyeke nifthilgir a Îranê ku hatiye îdiakirin ber bi Sûriyê ve diçû, zevt kir.

Çavkaniyên Englîsî roja Pêncşemiyê îdia kirin ku gemiya niftê ya Îranî hem boykotên Amerîkayê û hem boykotên Yekîtiya Ewropayê li dijî Sûriyê ku ji sala 2011`an ve hatine sepandin, binpê kirine.

Bêyî berçavgirtina vêya ku gemiya Îranê di riya durust û qanûnî ya deryayî de ber bi ku ve diçûye, kiryara Hêza Deryayî ya Englîsê ya zevtkirina vê gemiya niftkêş wek Dizîya Deryayî tê zanîn.

Kiryara xweser a Hêza Deryayî ya Englîsê ya zevtkirina niftkêşa Îranî ku li ser daxwaza dewleta Amerîkayê pêk hatiye, dê cûreke bid'eta xeternak pêk bîne.

Dewama siyaseteke wiha bi berxwegirtina zorbêjî û kiryarên neqanûnî li nav avên navneteweyî êdî bi pênaseya Dizên Deryayî nayê watekirin û di asta lîstikvanên fermî jî welatek mîna Englîsê berê xwe dide dizziyê.

Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Pêncşemiyê bi şev tevî amajeya bi hazirkirina balyozê Englîsê li Têhranê bo Wezareta karên derve ya Îranê têkildarî destdanîna ser gemiya niftê ya Îranê li Tengava Cebel Tariqê, got: Destdanîn aer gemiya niftkêş a Îranê, neqanûnî, kêşesaz û cûreke bid'eta xeternak e".

Sepandina boykotên derve-welatî, kiryyareke neqanûnî ye ku Amerîkayê li hemberî Îranê girtiye ber xwe û destdanîn aser gemiya niftê ya Îranê li navçeya Cebel Tariqê jî nîşana vê yekê ku Englîs vê siyaseta wêranker dişopîne.

Amerîkayê li pey derketina ji Peymana Atomî di 8ê Gulana 2018an de, boykotên atomî û ne atomî li dijî Îranê vegerandin û bi gefxwarina li welatan, wan neçar dike ku van boykotan cih bînin.

Kiryara Englîsê ya piştrastkirina boykotên derve-welatî yên Amerîkayê di rewşekê de ye ku beriya vêya Yekîtiya Ewropayê hertim li dijî wê derketibû. Piştrastkirina kiryarên wêranker û yekalî dê alîkariyek bo hakimiyeta qanûnî di warê cîhanî de neke û tenê d kêşeyan zêde bike.

Destdanîna ser gemiya niftkêş a Îranê ji aliyê Hêza deryayî ya Englîsê û piştevaniya dewleta Londonê ji vê Diziya Deryayî, careke din nîşan dide ku Ewropa li hemberî Amerîkay lawaz e û nikare bi awayekî serbixwe biryarê bide.

Ji billî vêya pêkanîna nakokiyê di pêvajoya ticareta niftî ya Îranê li gorî siyaseta ragihandî ya Ewropiyan di warê misogerkirina berjewendiyên abûrî yên Îranê li Peymana Atomî nîne.

Li gorî Peymana Atomî Îran divê bikare nifta xwe bê kêşe bifiroşe û diravê wê bîne Îranê. Misogerkirina vê çerxeyê, Kanala Ticareta Ewropa û Îranê watedar duike.

Wisa ku Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarçemiyê di civîna desteya dewletê de pêgirî kiriye, "INSTEX'a Vala" bi kêrî tu tiştî nayê û vegeriyana diravê firotina nifta Îranê ji aliyê Ewropayiyan ve divê were misogerkirin.

Van rojan ku Ewropayê xwe daye siya INSTEX'ê û pişta Peymana Atomî digire, kiryara neqanûnî ya Englîsê ya destdanîna ser gemiya niftkêş a Îranî ku bi awayê qanûnî û di riya durust a deryayî de hereket dikiriye, wateyeke din dide.