Hezîran 21, 2019 19:24 Asia/Tehran
  • Sergirdanîya Amerîkayê di warê biryardana himberî Îranê da

Sîyaseta derve ya aloz, berovajîhev û xirab a dewleta Amerîkayê himberî Îranê, bi jordaxistina balafira bêfirokevan a amerîkî li esmanê Îranê aloz û şaşupaşotir bûye.

Piştî civîna awarte ya rayedarên pillebilind ên dewleta Amerîkayê û parlimanterên pillebilind ên Kongirê li Odeya Rewşê ya Qesra Sipî ku bi serokatîya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump hat lidarxistinê, hin mêdyayan idia kirin ku Serokomarê Amerîkayê fermana êrişa ser hin cihên hestyar ên Îranê dabû ku di kêlîyên dawîyê de ew fermana hat ibtalkirinê.

Di eynî halî da, Trump duh bi lewzeke cida ji gotinên handêr ên berê got: renge jî Îranê şaşitî kiribe, ez wiha fikir dikim ku renge generalekî yan kesekî din şaşitî kirîye û bi şaşitîyê ew balafira bêfirokevan jorda xistîye.

Berî vîya jî Trump wek berteka himberî teqandina du gemîyên nifthilgir li Deryaya Ummanê gotibû ku ew teqînana piçûk in.

Lê pirranîya mêdyayên amerîkî ragihandine ku di sietên buhurî de, Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton digel Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo û endamê din ê tundrê yê kabîna Amerîkayê hewil dane gêreyan gurr bikin.

Di vî halî da, dilgiranîya ji ber berteka teqil a Îranê himberî êrişa leşkerî ya Amerîkayê wisan ku bû sedema jordaxistina balafira bêfirokevan a herîpêşketî ya Artêşa Amerîkayê li esmanê Îranê, Qesra Sipî neçar kirîye ku ser hemdê xwe pêngavan rake.

Komara Islamî ya Îranê bicaran di astên herîbilind ên sîyasî ji wan bi zarê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirî kirîye ku qesda şêrr tine û nabe destpêkerê şêrr lê, yekperçetîya axê û sînorên cografî yên wekî sînorên hewayî, bejayî û deryayî Xetên Sor a Îranê ye ku jibo parastina wan dê ji jordaxistina balafirên amerîkî yên sînoran derbas bikin venekişe.

Herwiha jordaxistina balafira bêpîlot a amerîkî ku qîmeta wê 200 milyon Dolar e û bi têknolojîya herîpêşketî hatibû teyarkirinê, nîşan da ku Komara Islamî ya Îranê şîyana wê ya parastina berjewendîyên netewî di asteke gellekî bilind da ye û Îran dikare himberî kiryarên herîtund ên Amerîkayê bersiveke guncav bide.

Vê helwesta Îranê, sîyasetvanên amerîkî xistine nav şik û gumanên ciddî. Dêmokirat digel endamên dewleta berê ya Amerîkayê û bereyên dijî şêrr gellekî dilgiran in ku helwestên dijî Îranê yên Trump di dawîyê da Amerîkayê derbasî şerekî nexwestî li rojavaya Asyayê û ew jî himberî hêzekî wek Îranê bikin.

Eva di halekî da ye ku Donald Trump jî tevî axavtinên tund ên di 2 salên buhurî de dijî Îranê û Rêketinama Atomî, gellekî dilgiranê bandora şerê ihtimalî yên digel Îranê ser pêşeroja sîyasî ya xwe, nemaze di rikeberîyên bê yên hilbijartinên serokomarîyê de ye.

Ligorî encamên rapirsîyan pirranîya civaka Amerîkayê dijî her cure şerê leşkerî himberî Îranê ye û Trump jî bicaran ji ber ku rayedarên berê yên dewleta Amerîkayê şerên bêdawî û pirrberdêl û bi xercên giran li rojavaya Asyayê bi rê xistine, dane ber rexneyan û lome li wan kirîye.

Bi her awayî, kiryarên Trum ên di 2 salên vê dawîyê de û Koma B ( Bolton, Benyamîn Natanyaho, Bin Selman) niha Amerîka xistine ber qumareke bitehluke ku ligorî ciddîbûn û teqilbûna Komara Islamî ya Îranê jibo berxwedana herîzêde himberî ``zexta herîzêde`` ya Amerîkayê, serketîbûna têda yê nepêkan be, îla Amerîka helwesta xwe himberî Îranê biguherîne, sozên navnetewî ji wan ên di çarçova Rêketinama Atomî de cih bîne û xisara ku li gelê Îranê ketîye bicebirîne.