Hezîran 07, 2019 14:06 Asia/Tehran
  • Hilêxistina mijarên derveyî Rêketinama Atomî, hevdengîya Fransayê digel Amerîkayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê wekî berteka himberî gotinên Serokomarê Fransayê got: Hilêxistina mijarên derveyî Rêketinama Atomî alîkarîyê nade parastina wê rêketinameyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî bi gotina vê yekê ku welatên ewrûpî heta niha tevî axavtin û axûyanîyên sîyasî, sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî de piştî vekişîna Amerîkayê ji wê rêketinamê cih neanîne, dîyar kir: Ewrûpî bi hilêxistina mijarên derveyî Rêketinama Atomî ne tenê alîkarîyê nadin parastina wê rêketinameyê, belkî dibin sedema nepêbawerîya zêdetir di navbera alîyên pêbendê wê rêketinamê de û Amerîkayê zêdetir nêzîkî armanca wî ya vekişîna neqanûnî ya ji wê rêketinama navnetewî ku tiştek bilî têkçûna wê nebû, dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê idiayên dubare, bêbingeh û berovajîhevî ên Serokomarê Amerîkayê di hevdîtina digel Serokomarê Fransayê de jî bêqîmet zanîn û dîyar kir ku ew ne hêjayî bertekê ne.

Ligorî rapora Kanala Nûçan a CBS`ê, Serokomarê Fransayê Emanoel Mecron di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li şarê Normandî yê Fransayê de got: Divê muzakireyên navnetewî yên nû jibo berfirekirina xalên Rêketinama Atomî ya digel Îranê bên destpêkirinê.

Ev helwesta hevpar a Fransayê digel Amerîkayê hertim hatîye dubarekirinê û heta Parîsê dema muzakireyên navokî rola ``polîsê nebaş`` lîst ku encama wê dirêjbûna muzakirên navokî yên Îranê û Koma 5+1`ê bû.

Rêketinama Atomî tenê mijarên navokî yên Îranê digire ber xwe û tenê jibo nîşandayîna nêta xêrê ya Îranê ku ne bi dû çêkirina bomba atomî ye, cih hatîye. Lê Amerîka bi serokatîya Donald Trump bi awayekî yekalî û bi vê idiayê ku Rêketinama Atomî ya digel Îranê nivîşkan e, jê vekişîya.

Niha bi derbasbûna selek ji vekişna neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, alîyên ewrûpî nekarîn sozên xwe di çarçova wê rêketinameyê da cih bînin xerc û berdêlên vekişna Amerîkayê ji wê rêkeitnamê bicebirînin. Di rewşeke wiha da, Fransa nika helwestên Serokomarê Amerîkayê yên derbarê daxwazên ji Îranê yên derveyî Rêketinama Atomî ji dubare dike û ev helwesta Parîsê nîşan dide ku Ewrûpa himberî Amerîkayê lawaz û ne serbixwe ye.

Gotûbêja derbarê ``bernama mûşekî`` û ``hejmonîya navçeyî ya Îranê`` de du daxwazên derveyî Rêketinama Atomî ne û di esasê da hilêxistina van babetana destwerdana di karên navxweyî û hewildana dijî paramêtrên hêzsaz ên Îranê ye.

Hîç welatek derbarê meseleyên berevanî û hêzsaz ên xwe da gotûbêj û muzakirê nake û armanca Amerîkayê û hevrêtîya Parîsê digel Waşîngtonê, bisînorkirina hêza bibandor a Komara Islamî ya Îranê li rojavaya Asyayê ye. Berpirsên sîyasî û leşkerî yên pillebilind ên Komara Islamî ya Îranê bicaran pêgirî kirine ku derbarê Rêketinama Atomî de muzakireyeke nû nakin û di esasê de mijarên berevanîyê yên Îranê nabin babeta muzakirê.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xaminêyî jî vê dawîyê di hevdîtina digel hejmarek mamosteyên zanînegehan û endamên Desteyên Zanistê yên Zanîngehan pêgirî kir ku meseleya sereke di muzakireyan de ``kivşkirina mijara muzakirê`` ye, tekez kir: Em liser her mijarekê muzakirê nakin û mijarên namûsî û bingehîn ên Inqilabê yên wekî şîyana berevanîyê ya welêt nikarin bibin mijara muzakirê.

Ev helwesta teqil a rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî nîşan dide ku Îran tu wexta derbarê meseleyên berevanî û xurtker da bazarîyê nake, çinku muzakire bi wateya danuistandin û vekişîna jin daxwazan di hin babetan da ye.

Helwesta Serokomarê Fransayê jî hîç bandorekê li vîn û sîyaseta Komara Islamî ya Îranê nake. Çawan ku îranê di pêngava yekem û di çarçova vê rêkeitnamê de û salekê piştî vekişîna Amerîkayê ji wê (di 8`ê Gulana 2019`ê de) 2 sozên xwe kêm kirin û rawestandin, di dawîya mecal şêstrojî ya ku daye alîyên himber da jî yê pêngavên nû yên guncav digel sîyaseta ewrûpîyan rake.

Vekişîna ji Rêketinama Atomî ne bijareya dawîn a Komara Islamî ya Îranê ye lê, Têhranê anegorî sozên ewrûpîyan ên di Rêketinama Atomî da, sîyasetên nû di destûrkara xwe da hene û hewil dide ku hevsengîyekê di sozên her du alîyên Rêketinama Atomî da pêk bîne.

Tenha rêya parastina Rêketinama Atomî û bikêrhatina wê ew e ku ewrûpî sozên xwe yên di çarçova wê rêketinamê de cih bînin û hewildana Fransayê û alîyên din ên ewrûpî jibo hilêxistina babetên nû, nikare Îranê derbasî lîstikeke nû bike.