Roja Qudsê, berxwedanê plana Danûstandina Sedsalê têk bir
Konferansa navneteweyî ya ``piştgiriya ji întifaza gelê Filistînê`` bi axiftina sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya ji berxwedana li bajarê Gazayê hat lidarxistin.
Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza gelê Filistînê rojekê beriya roja cîhanî ya Qudsê û bona piştgiriya ji berxwedana li hember plana emerîkî ya Danûstandian sedsalê li Gazayê hat lidarxistin. Li vê konferansê, fermandeyên berxwedana Filistînê, pesna piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedanê dan û vê piştgiriyê sedema xurtkirina berxwedanê li hember Rejîma Siyonîstî dan zanîn.
Yehya El-Senwar serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê,( HAMAS) li zîvala Gazayê li Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza gelê Filistînê got: Ger piştgiriyên Îranê nebana, îro berxwedana Îslamî ya Filistînê ewqas xurt nedibû.
Elî Şemxanî, sekreterê konseya Bilidn a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî li vê konferansê got: Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna hemî pirsgirêk û boykotan dê piştgiriya xwe ji komên berxwedanê bi taybet li Filistînê bidomîne.
Berxwedana Filistînê van rojana meydan jibo Rejîma Siyonîstî tengav kiriye bi curekê ku her carê ev rejîma şerekî li zîvala Gazayê destpê dike bi zûtirkê wê radiwestîne.
Niha jî bandora berxwedana Filistînê pirtir ji berê ye û aloziya siyasî li Filistîna dagirbûyî û lawaziya Binyamîn Nêtanyahû li pêkanîan kabînê jî dûhatên bandora berxwedana Filistînê bûye ku nifş bi nifş hatiye xurtkirin.
Berxwedana gelê Filistînê û bi taybet piştgiriya Îranê ji wan, muadile ser qeanca filistîniyan guhertine û dewama vê pêvajoyê, dê riya cihanîna plana emerîkî ya danûstandina sedsalê nemumkin bike.
Îranê piştî serketian Inqilaba Îslamî bi binavkirina dawîn îniya meha mimbarek aRemezanê wek roja cîhanî ya qudsê nîşan da ku bona piştgiriya ji maf û armanca gelê Filistînê pêşeng e û li meela Filistînê jî naxwaze muamilê bike.
Îranê li 40 salên derbasbûyî li nav dedûdorên siaysî û dîplomatîk tim piştgiriya mafên elê Filistînê û qudsê kiriye û bûye piştgirê menewî û aborî ya komên berxwedana filistînî.
Li vê barê seyd Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî, sekreterê giştî yê tevgera Ensarullaha Yemenê pêncşemiyê şevê bal kişand ser vê yekê ku Îran piştgirê sereke yê berxwedana Filistînê û Lubnanê ye û got: Binavkirina dawîn îniya meha pîroz a Remezanê ji aliyê Îmam Xumêynî(s) wek roja cîhanî ya Qudsê pêngaveka hekîmane bû.
Xurtkirina komên berxwedanê, azadiya Filistînê û işkesta Rejîam Siyonîstî bawerpêkirî kiriye . Niha jî piştgiriya ji berxwedana Filistînê ji ber hewldana Emerîkayê şû hin rejîmên erebî bona cihnîna plana danûstandina sedsalê pirtir ji berê berbiçav e.
Li vê barê Ziyad El-Nexalê sekreterê giştî yê cîhada Îslamî ya Filitsînê roja pêncşemiyê li konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza gelê Filistînê li Gazayê bal kişand ser vê yekê ku plana danûstandina sedsalê destpêka serdestiya ser hemî welatên Îslamî ye û got: Di rewşeke wiha de, berxwedan ser hemî misilmanên cîhanê de ferz e.
Ezmûn û tecruba planên berê bona çareserkirina mesela Filistînê nîşan daye ku li saya berxwedanê filistînî dev ji tu xwestekek xwe bernadin.
Ji ber ku vê ezmûna bi nirx niha plana danûstandina sedsalê ku tu mafekê bo armanca Filistînê û heta awareyên filistînî re qayîl nîne, berxwedan û piştgiriya giştalî ji wê tenê riya rawestana li hember vê planê ye.
Di rewşeke wiha de, roja cîhanî ya Qudsa îsla bi slogana `` işkesta danûstandian sedsalê û seqamgîrkirina armanca Filistînê`` rojeka giring bona nîşandayîna dengeka hevgirtî bona piştgiriya ji berxwedana Filistînê ji Îranê heta welatên din ên Îslamî û heta welatên ewrûpî û emerîkî ye.