May 17, 2019 15:58 Asia/Tehran
  • Nancy Pelosi`yê rawêjkarên Trump hişyar kirin, Kongire îzna şerê digel Îranê nade

Sîyaset û kiryarên şerxwazîyê û gefkirinên Qesra Sipî dijî Îran, ne tenê pêrgî berteka nerênî ya rayedarên amerîkî û dewletên ewrûpî bûne, belkî bûne sedema zêdebûna nerazîbûn û dilgiranîyan li nav Amerîkayê. Di vê çarçovê da Seroka Meclisa Parlimanterên Amerîkayê Nancy Pelosi`yê dewleta vî welatî hişyar kir ku Qesra Sipî hîç desthilatek jibo birêxistina şêrr tineye.

Seroka Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê Nancy Pelosi`yê di civîna çapemenîyê ya hefteyê de xwest ku rayedarên dewleta Amerîkayê jibo dayîna îfadeyan têkildarî plan û pêngavên xwe yên li rojavaya Asyayê li Kongirê amade bibin û dîyar kir: Hêvî dikim ku rawêjkarên Serokomarê Amerîkayê bizanibin ku bi hîç awayekî desthilata birêxistina şêrr tinene.

Amerîkayê piştî vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê di 8`ê gulana sala 2018`an de, hewildaneke giştalî jibo sepandina zext û zorê ser Îranê de destpê kirîye. Di vê çarçovê de Serokomarê Amerîkayê Donald Trump piştî vekişîna ji Rêketinama Atomî û sepandina dubare ya boykotên têkildarî bernama navokî ya Îranê, bi merema hejarkirina gel û birêxistina nearamîyan li Îranê dest bi şerê aborî kir. Tevî sepandina wan boykotana, Waşîngton hela jî pêkutîyê ser berfirekirina boykotên dijî Îranê di çaçrova sîyaseta ``zexta herîzêde`` da dike. Bilî emraza boykotê, rayedarên amerîkî di çend hefteyên buhurî da basa gefa leşker û şerê bi Îranê re kirine.

Bi liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li rojavaya Asyayê ji wan şandina papora Abraham Lincoln, gefkirinên leşkerî yên berdewam himberî Îrabnê ji hêla rayedarên Waşîngtonê ji wan Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Qesra Sipî John Bolton û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bûne sedmea zêdebûna dilgiranîyan li Amerîkayê û civaka navnetewî û herwiha nav sazî  ûdezgehên sîyasî yên Amerîkayê. Gellek rayedarên Amerîkayê bi çavxişandina ser işkesta sîyasetên şerxwazîyê yên Amerîkayê li Efganistan û Iraqê û bandor û xisarên sîyasî û aborî yên giran ên wê, ser wê bawerê ne ku şerxwazîya Amerîkayê, zêdetir ji ber gefan li berjewendîyên Waşîngtonê dixwe.

Sênatorê Dêmokirat ê amerîkî Tim Kaine hewildana jibo kaşkirina Amerîkayê ber bi şerê digel Îranê va ``ehmeqane`` bi nav dike û dibêje: Vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, dijwarkirina boykotan û mezinkirina bicihbûna papora USS Lincoln li Kendava Farsê û wêdadayîna dîplomasîyê, Waşîngtonê pêrgî xetera derbasbûna nav şêrr dikin.

Neyarî û helwestên nerênî li nav Amerîkayê yên dijî şerxwazîya ihtimalî ya vî welatî dijî Îranê herwiha bûne sedem ku netenê hin çavkanî basa nerazîbûna Trump ji sîyasetên Bolton, darêjerê sîyasetên Waşîngtonê têkildarî rojavaya Asyayê bikin û derbarê pêşeroja Bolton di dewleta Trump da şik û gumana bikin, belku Trump ji helwesta xwe bê xarê û ragihîne ku xwazyarê şêrr nîne û basa pêwîstîya muzakirê bike.

Rojnama New York Times`ê di vî warî de ragihand ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji Wezîrê Berevanîyê yê demkî yê vî welatî Patrick Shanahan re gotîye ku naxwaze bi Îranê re şêrr bike.

Ji hêla din ve berbijarê rikeberîyên navpartîyê yê Dêmokiratan di hilbijartinên serokomarîya sala 2020 a Amerîkayê de Tulsi Gabbard li rûpela xwe ya Twwiterê bi weşandina vîdyoyekê kempêynek ser navê `` na jibo şerê Waşîngtonê dijî Îranê`` nivîsî ku tevlî min bibin ta ku vê peyama xurt ji Trump re bişînim: Nabe Amerîka derbasî şerê bi Îranê bibe.``