May 11, 2019 19:19 Asia/Tehran
  • ``Nebûna pêbawerîyê himberî Amerîkayê`` û ``lawazbûna Ewrûpayê di biryardanê de``, du rastîyên ku neguherîne

Ji 40 salan berî niha ve heta nika 2 nêrîn li ber ceribandinê bûne. Yek nebûna pêbawerîya himberî Amerîkayê û yek jî lawazîya Ewrûpayê di warê selimandina serxwebûnê da.

Nunerê Dayimî yê Îranê li NY duh di hevpeyvîna digel Kanala NBC ya Amerîkayê derbarê daxwzaza Trump a hevdîtin û muzakira digel Serokên Komara Islamî ya Îranê de got: Yekem pirsa ku divê ew (Trump) bersiva wê bide ew e ku çima ji masa muzakirê vekişîya, ji ber ku me digel hemî endamên Rêektinama Atomî di çarçova Komsyona Hevpar de muzakire dikir ji wan digel Amerîkayê lê wî nişkêve biryar da ku terka masa muzakirê bike. Vêca ew çima bêyî bersiva wê pirsê bide, pêşnîyara dewreke nû ya muzakireya digel îranîyan dike?

Textrewançî di wê hevpeyvînê de basa bêsozîyên Ewrûpayê jî kir û bal kişand ser biryara Îranê ya rawestandina hin sozên di çarçova Rêketinama Atomî de û hegera kivşkirina meca dumehî jibo Ewrûpayê bi mebesta cihanîna sozên di warên nift û bankê de û pêgirî kir: Tişta ku jibo me girîng e, berjewendîyên netewî yên Îranê ye. Em pêbendê wan sozan bûn ku me di çarçova Rêketinama Atomî da dabûn. Ew rêketinama kêm-zêde rêketinameyeke hevseng bû lê dema ku Amerîka jê vekişîya, ew hevsengî nema. Ewrûpîyan jî ji me ra gotin ku di warê vekişîna ji Rêketinama Atomî de lezê nekin. Me jî pêşnîyara wan qebûl kir û em salekê li benda bersiva piratîkî û bihitbar a wan man.

YE`yê herçend ku idia dike hemî hewla xwe jibo parastina Rêketinama Atomî bi kar anîye lê, kiryarên wê zêdetir rûvekî bûne.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xaminêyî salekê berî niha di hevdîtina digel serokên her sê dezgehên birêvebirê welêt û berpirsan de amajeyî wê xalê kir ku ewrûpîyan nîşan dane ku di demên herîhestyar de, hevrêtîya Amerîkayê dikin û dîyar kir: Pêngava kirêt a Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di muzakireyên navokî de û parvekirina rola Plîsê Baş û Polîsê Nebaş digel Amerîkayê û herwiha astengîderxistina Ingilîsê ser rêya mafê kirrîna ``kêka zer``anegorî Rêketinama Atomî mînakên hevrêtîya Ewrûpayê digel Amerîkayl ne, ewrûpî hin tiştan dibêjin lê me heta nika nedîtîye ku bi rastî himberî Amerîkayê sekinîbin.

Ewrûpîyan di mijarên din ên ku Amerîkayê idia kirîye yên wekî gefbûna şîyana mûşekî ya Îranê û yan mijara mafên mirovan de, hevrêtîya amerîkîyan kirine. Niha jî Trump bi wê çaverêtîya ji Ewrûpayê, çarenûsa Rêektinama Atomî kişandîye hewş û meydana ewrûpîyan.

Navenda Fikrî ya Loblogê di analîzekê di vî warî de derbarê têkçûna Rêketinama Atomî de hişyarî daye YE`yê û dinivîse: Ewrûpayê bi dû wajokirina wê rêketinamê hewil da ku cîgeha xwe wekî aktoreke cîhanî zêdetir xurt bike lê, heke himberî Amerîkayê teslîm bibe, dê serxwebûna xwe ji dest bide.

YE`yê divê vê rastîyê qebûl bike ku qelişeke kûr li berjewendî û nirxan di navbera Bruksel û Waşîngtonê de heye ku ew qeliş û navbera niha di cidabûna nêrînên têkildarî RÊketinama Atomî de aşkira bûye. Lewma jibo parastina berjewendîyan û zêdetir ji wan bona parastina hitbar û rûmeta xwe hewcedarê pêngavên seratir ji piştgirîya devkî ji Rêketinama Atomî ye. Çawan ku Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî di hevdîtina digel Rêvebirê Sîyasî yê Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê Richard Moor li Têhranê da pêgirî kir ku nabe Ewrûpa vîna Îranê ya kêmkirina qonax bi qonax a sozên xwe kêm bibîne.