Dubarepênasekirina Rêketina Navokî, peyama cidî ya Îranê bo ewrûpiyan
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Yekitiya Ewrûpayê dewsa daxwaza ji Komara Îslamî ya Îranê bona pêbendiya yekalî ser Rêketina Navokî bila berpirsiyariyên xwe li hember vê Rêketina navneteweyî cih bînin.
Muhemed Cewad Zerîf, roja pêncşemiyê wek berteka li hember daxûyaniya Yekitiya Ewrûpayê li bara derfeta 60 rojî ya Îranê bo ewrûpiyan bona pêbendiya ser Rêketina Navokî destnîşan kir: Emerîkayê ev salek e bo Ewrûpa û cîhanê şiltaqan davêje û qudiriyê dike û Yekitiya Ewrûpayê bi tenê dikare mixabiniya xwe diyar bike.
Yekitiya Ewrûpayê wek berteka li hember derfeta nû ya Îranê, li daxûyaniyekê her cure oltîmatoma li bara Rêketina Navokî red kiriye. Ev daxûyaniya cardinê nîşan da ku ewrûpî her tim li hember Emerîkayê lawaz in û hazir nînin ku bo mayîna rêketina navokî xerc bikin.
Ewrûpî li yek sala derbasbûyî bi helwesteka siyasî bi tenê wek raghandin piştgirî dan rêketina navokî lê di partîkê de tu karek bona ku Îran ji berjewendiyên Rêketina Navokî sûdmend bibe nekirin. Hevgavê derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî li 8 Gulana 2018`an Îran ser daxwaza ewrûpiyan ji Rêketina Navokî derneket û derfet da wan ku xercên derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî bicebirînin.
Piştî derbasbûna salekê ser derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî, ewrûpiyan di piratîke de ji sebra Îranê îstifada xirab kirin û li hember kiryarên Emerîkayê li dijî Rêketina Navokî û dewama boykotan, mixabiniya wxe dane diyarkirin. Di rewşeke wiha de, Îranê 8 gulana 2019`an sebra xwe ya stratejîk bi dawî anî û cihanîna nû ya Rêketina Navokî xist rojeva xwe. Hevgavê kêmbûna berpirsiyariyên Îranê li Rêketina Navokî, derfeteka bo ewrûpiyna kivş bû da ku berpirsiyariyên xwe cih bînin.
Ev derfeta nû bi peyameka vebirr bo ewrûpiyan hatiye dayîn û Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê li nameya bo rayedarên pênc welatên ewrûpî û Rûsiyê û Çînê, ew ser berteka cidî ya Îranê li hember her cure reftara ewrûpiyan li hember kiryarên nû yên têkildarî agehdar kiriye.
Ebas Iraqçî, alîkarê siaysî yê wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê teqez kir: Welatên endamê Rêektina Navokî dizanin ku birina dosiya Îranê bo Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî cixîza sor ya Îranê ye û ger ev hêla sor neyên berçavgirtin, Rêketina Navokî dê tam ji nav here.
Kêmbûna berpirsiyariyên Îranê têkildarî rêketian navokî bertekek bûye li hember reftarên Emerîkayê li dijî Rêketina Navokî û sersariya ewrûpiyan. Xala giring li kiryara nû ya Îranê eva ye ku Têhran li çarçoveya Rêketina Navokî bi xwe, siayseteka nû berçav girtiye da ku hevsengiya têkçûyî li Rêketina Navokî were cebrandin.. li gorî gotina serokê Komara Îslamî ya Îranê, berpirsiyariya li hember berpirsiyariyê û binpêkirin li hember binpêkirinê, siayseta nû ya Îranê li hember hevhatian navokî bi wate dike.
Îran piştî kutabûna moleta 60 rojî û ev aku ewrûpî nekaribin berpirsiyariyên xwe cih bînin du pêngavên din radike û qonax bi qonax dê ber bi aliyekê ve here ku dûhatên wê pêsîrê ewrûpiyan bigre.
Kirayra Îranê ya rawestandina firotina ava giran û oranyoma zengîbûyî, nîşana dubarepênasekirina siyaseta Îranê têkildarî rêketina navokî ye û ev peymana şand bo ewrûpiyan ku Komara Îslamî ya Îranê êdî hevkariyê nake û berpirsiyariya her cure rewşa nû li Rêketina Navokî ser milê ewrûpiyan e.