May 03, 2019 18:09 Asia/Tehran
  • Îran û Iraq akterên kêrhatî li rojavaya Asyayê

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê got: Xwîna ciwanên sozdar ên îranî û iraqî garantora istiqrar û ewlehîya her du welatan e û heke hevkarîyên wan nebana, Iraq dê bi destê dijminên aştî û ewlehîyê bihata perçekirinê.

Sertîp Emîr Hatemî duh di hevdîtina digel Fermandeyên Hêzên Deryayî û Hewayî yên Artêşa Iraqê li Têhranê de got: Hevkarîyên Îran û Iraqê di warê berevanîyê de, wê bibin wesîleya pêkanîna aştî, istiqrar û ewlehîyê li herêmê.

Fermandeyên pillebilind ên Iraqê jî di wê hevdîtinê de pêgirî ser qahîmkirina peywendîyên berevanîyê yên dualî anegorî cînaretîya baş û têkilîyên sîyasî, ewlehî, dînî û civakî kirin.

Hevkarîya Îran û Iraqê, mêrxasîya gelê serferber ê Iraqê û piştgirîya merce pillebilind ê dînî yê Iraqê bûn sedema têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê û istiqrar û ewlehîya dilnîyaker a roja îro li Iraqê hasila wê yekê ye. Iraq niha dewraneke nû derbas dike û zêdetir ji berê hewcedarê hevkarîya hevpeymanên xwe yên rastî ye. Di vê navberê de Îran ku di rêza pêşîn a şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li rex Iraqê bû, roja îro jî di rêza pêşîn a pêşxistin û jinûveavakirina kawilên ji ber şerê dijî têrorîsmê li vî welatî da ye.

Iraq ji ber cînarbûnê bala Komara Islamî ya Îranê dikişîne û serdestbûna istiqrar û ewlehîya mayinde li vî welatê cînar, bi wateya istiqrar û ewlehîya mayinde li Îranê jî ye.

Serokê Erkantîya Hêzên Çekdar ê Îranê Serleşker Mihemed Baqirî duh di hevdîtina digel desteya pillebilind a Iraqê li Têhranê di vî warî de got: Ewlehî, aramî, serbilindî û pêşketina Iraqê bi wateya ewlehî û pêşketina Îranê ye û Têhran bi hemî hêz û şîyana xwe li rex Bexdayê ye.

Herçend ku niha rewşa Iraqê aram e lê, hebûna hin endamên DAIŞ`ê û vîdyoya vê dawîyê ya serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê nîşan didin ku hestyarîya têkildarî ewlehîya iraqê hela jî heye. Rojnama New Yrok Times`ê di vî warî de ji zarê Kolîn Bîlark çavdêrê meseleyên navnetewî nivîsî: Ligorî ihtimaleke zêde xwenîşandayîna nişkêveyî ya Serkirdê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî hewildanek jibo piştgirîysa ji piştgirên vê koma têrorîst û unsurên mayî yên wê li Iraqê ye.

Di rewşeke bi vî rengî da, berpirsên leşkerî û sîyasî yên her du welatan bala xwe dane ser domandina hevkarîyên berevanî û leşkerî. Îran û iraq wekî du welatên cînar bi sînorê hevpar ê dirêj û babetên hevpar ên çandî, zimanî û mezhebî yên her du gelan, bandorê lihev dikin. Hema ev taybetendîya berbiçav bûye sebeb ku têkilî û rawêjkarîya berpirsên sîyasî û leşkerî yên Îran û Iraqê bi awayekî rêkûpêk were domandinê.