Nîsan 19, 2019 18:12 Asia/Tehran
  • Belavbûna rapora Molêr û nerezamendiya Demokratên Amerîka

Piştî ku li sala 2016 Trump wekî serokomarê Amerîka hat bijartin demokratên vî welatî ji peywendiya tîma hilbijartina Trump û Rûsiyayê bi hev re axivîn û her ev mesela bûye sebeba boykotên Amerîka dijî Miskovayê li dema serokomariya Barack Obama heta li dema serokomariya Trump jî boykotên ser navê Katsayê li dijî Rûsyayê hatin bikaranînê.

Neyar û dijberên Trump hema ji destpêka serokomariya wî hêvîdar bûn ku bi îspata hevhatina di navbera tîma hilbijartinî ya Trump û Rûsiyayê , li lêkolînên Rabêrt Molêr lêpirsê taybete vê dosiyê, serokkomar ji ser posta xwe wêda bidin.

ji aliyê din ve lêkolînên Molêr du salan hate domandin û li vê mudehê Rewşa Trump baş nebû.

Molêr li vê mudehê nameya vexwendinê ji bo 2800 kesan şand û 500 hukmê lêgeryanê derxist û 500 kes jî xistine ber pirs û lêkolînê.

wezareta dozgêriya Amerîka pêncşemê 18 Nîsanê bi sansorkirina parek ji rapora Molêr , ev rapora belav kir..

Sercem li vê raporê hate ragihandin ku tîma hilbijartinî ya Trump tu hevhatinekî veşartî tev Rûsiyayê tunebûye ku helbet li vê rapora Molêr îşareyî 10 xalan bûye ku gor van xalan Trump li ser riya îcrabûna îdaletê manê û berbend çêkiriye.

Molêr li rapora xwe aniye ku Trump tawanbar nîne lê bê guneh jî nîne, herwisa li vê raporê hatiye ku Trump xebitiye Molêr ji ser karê xwe derxwîne û babetek din jî hebûye û ew jî eva ku Trump li çaxê hilbijartina serokkomariyê ji Rûsiyayê alîkarî vergirtiye.

Li gor rapora Molêr, sercem li çaxê hilbijartina serokkomariya Amerîka li sala 2016 tu hevhatinekî veşartî di navbera tîma hilbijartinî ya Trump û Rûsiyayê tunebûye û Rûsiyayê jî qet xwe têkelî proseya hilbijartina Amerîka nekiriye.

Piştî belavbûna vê raporê Trump li Twittekê ragihand ku wî dikarî Molêr ji ser karê xwe derxîne.

Wîlyam Bar Dozgêrê giştî û wezîrê dadweriya Amerîka li Press konferansekê li Waşîngtonê ragihand: Rapora Molêr nîşan da ku tu hevhatinekî veşartî di navbera Trump û Rûsiyayê tunebûye û Rûsiyayê qet li proseya hilbiujartina serokkomariya Amerîka xwetêkelî nekiriye.

Wî herwisa ragihand; Li proseya lêkolîna Molêr jî Trump qet manê û berbend li ser riya vê lêkolînê çê nekiriye.

Ji aliyê dinve Demokratên Amerîka Dozgêrê giştî yê Amerîka ji ber vê press konferansê rexne kirin û Nansî Pilosî seroka meclisa nûnerên Amerîka û Çak Şomêr rêberê demokratên Senaya Amerîka jî Wîlyam Bar ji ber ku hemû babetên lêkolînên Molêr belav nekiriye û tenê pişkên kêm ji vê lêkolînê belav kiriye, rexne kirin.

Wan her du demokratan li daxûyaniyekê ragihandin: Em bawerin tenê riya ku gelê Amerîka bikaribe carek din baweriyê karbidestên xwe bînin evaye ku Molêr bi xwe li meclisa nûneran û Senaya Amerîka hazir bibe û bi xwe li vê barê rastiuyan bîne ziman.

Ji aliyê dinve hinek ji demokratan  zextûzora ser Trump ji riya pêygîriya vê raporê ret kirin.

Hema li vê barê Stenê Hoyer serokê demokratên meclisa nûnerên Amerîka jî li bara istîzaha Trump li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona CNN got: Li vê rewşa niha baş nîne ku em ber bi istîzaha Trump herin.

Niha ku rapora Molêr belav bûye ji bo demokratên Amerîka gelek pirsên bê bersiv çê dibin û herwisa dosiyên zav jî dijî Trump dê bêne vekirin û hêtimal heye ku zextûzorên ser Trump ji viya şûnda zêdetir bibin ji bo ku meşrûyiyeta wî bêxin ber pirs û gumanê.