Nîsan 16, 2019 21:01 Asia/Tehran
  •  Berpirsa berê ya karûbarên gorrên komî li Iraqê: Zêde ji 300 navçeyên ku di wan de gorrên komî hene li Iraqê hatine peydakirin

Berpirsa berê ya karûbarên gorrên komî li Iraqê raghand ku li zêde ji 300 navçên vî welatî hejmareke zêde gorrên komî hene ku hîn dosiya wan nehatine hilkolandin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Perwîn Nûrî li gotûbêja bi malpera fermî ya partiya Demokrat got ku li gor hilkolandinên cihatî û lêkolînên meydanî li Iraqê zêde ji 300 navçên vî welatî de gelek gorên komî hene ku piraniya van gorana yên termê hin kurdan in ku ji aliyê Rejîma Besa Sedam ve li jînosayda Enfalê li navçên  Barzanê û her wiha  li cinayetên din ên Sedam de  hatine kuştin.

 Berpirsa berê ya karûbarên gorrên komî li Iraqê got:  Li piraniya navçan lêkolîn nehatinekirin û li beşeke kêm ji wan ku lêkolîn hatinekirin, gorên komî hatine dîtin û termên  di wan de hatine derxistinê û karûbarên wan cih hatiye.

Wê teqez kir ku hejmara gorên komî yên Iraqê ji tişta ku hatiye raghandinê, pir zêdetir e ji ber ku li hin navçan zêde ji 10 gorên komî hatine peydakirin û li çolên Iraqê jî ji wan  li Nogre Selmanê, bi sedan gorên komî yên kurdan hene û heya niha paşmayiyên 2 hezar û 600 termênvan gorana hatine guhestin bo Herêma Kurdistanê ku ev hejmara tenê dilopek ji deryaya gorên komî tên hesabê.

  Wê her wiha raghand ku du tîm ji Herêma Kurdistanê li sala 2013`an li hin navçên Iraqê dest bi geriyana bona peydakirina gorên komî yên kurdên gorrîbûyî wek cihê bi sedan gorrên komî hatien kivşkirin û pêwîst e ku dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêngavên pêdivî bona peydakirin,  vekirina  van gorana û belgeyîkirina wan û her wiha  derxistin û vegerandina termên van gorrana  cih bînin.

  Li rojên edrbasbûyî jî gorreke komî ya paşmayiyên  zêde ji 300 termên  kurdên gorrî yên jînosayda Enfalê li çola Semawê li parêzgeha El-Musenayê li başûrê Iraqê hatine keşfkirin.

 Li  operasyona berfireh a jînoayda Enfalê ku ji sala 1988an a zayînî û li çend qonaxan ji aliyê Rejîam Bes û bi armanca jînosaydê û  jiholêrakirina kurdên vî welatî cih hat zêde ji 182 hezar kes li navçên kurdnişîn bi şêwazên  curbicur hatine kuştin û li bara çarenivîsa bi dehan hezar kes ji qurbaniyên  vê jînosaydê hîn agahiyên  esehe tinene.

 Her wiha li vê operasyonê bi hezaran gundên  kurdnişîn hatien kavilkirin û ji ser xerîta cuxrafiyaya  deverê hatine  wêdebirin û heya niha gorrên komî yên zav li cihên  curbicure Iraqê û Herêmê yên termê enfalkiriyan hatine keşfkirin.