Adar 24, 2019 18:21 Asia/Tehran
  •  Îdiayên nezelal li bara bernama mûşekî ya Îranê dewama proja tirsandina  ji Îranê ji aliyê welatên rojavayî

Şantajên derûdorên nûçan û medyan li bara bernama mûşekî ya Îranê tim didomin.

 Medya rojavayê lê dixebitin ku raya giştî ya cîhanê li dijî Îranê ser bingeheke şaş helwestên xwe nîşan bidin. Li vê çarçoveyê, kanala nûçan a Fax Newsa Emerîkayê di raporekê de, îdia kir, li gor lêzanînên ku bidest xistine, dewleta Almanyayê hewldanên  Îranê bo tişta ku ji aliyê vê ajansê wek bidestxistina çekên veşartî yên atomî û teknolojiya mûşekî hatiye binavkirin,eşkere nekirine. Li gor nihêrîna Fax Newsê, ev veşartina ji aliyê Almanyayê, bona parastina rêketina navokî û peywendiyên aborî bi Îranê cih hatiye.

Ev îdiaya li halekê hatiye hilêxistin ku Reuters`ê vê dawiyê di raporekê de nivîsî: Belgeyên nepenî nîşan didin ku  Inglîz, Firansa û Almanya li meha Adarê, pêşniyara  kivşkirina boykotên nû li dijî Îranê ji ber bernama mûşekî raber kirin lê ev kara rastî dijberiya  endamên din ên YE ji wan Îtalyayê ku daxwaza zêdebûna peywendiyên ticarî bi Komara Îslamî ya Îranê dikin, hat.

 Îdiayên  pûç  li bara  gefnîşandayîna  hêza berevaniyê ya Îranê li halekê tê dubarkirin ku  bernama mûşekî ya Îranê bi tenê mahiyeta berevaniyê heye û li gor  hevcetiyên  bergîriyê li hember gefan hatiye hilêxistin. Tevî ku  tu biryarnemeyek li Konseya Ewlehiyê  bernama mûşekî an ceribandinên  mûşekî yên Îranê qedexe nekiriye.

 Naveroka biryarnama 2231`an  li vê barê tam zelal û bêyî tu şik û gumanekê ye. Muzakirenekirina ser bernama  mûşekî ya Îranê û teqezkirina ser  bona  bergiriyêbûna wê jî xalek e ku bi caran ji aliyê rayeadrên Komara Îslamî ay Îranê ve  hatiye teqezkirin lê welatên ropjavayî her carê hewl didin mehneyeke teze bo zxet û zora ser Îranê peyda bikin eva li halekê ye ku  tu belgeyek tine ku nîşan bide Îranê li halê xebata bona bidestxistina çekên navokî ye.

 Ajansa Navneteweyî ay Enerjiya Atomê jî wek saziya berpirsiyar bona piştrastkirina xebatên  navokî yên bi aşitî, piştî cihanîna rêketina navokî tam piştrsat kiriye ku  bernama navokî ya Îranê tu cure mahiyeteke  eskerî tine. Yokiya Amano, rêbveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, meheke berî niha li 14`mîn rapora xwe cardinê pêbendiya Îranê ser berpirsiyariyên wê li rêketina navokî diyar kir.

 Mark Fîtz patrîk, rêveberê ramangeha navneteweyî ya  lêkolînên stratejîk ên Emerîkayê kanûna buhurî di peyameke twîterî de nivîsî: Bernama mûşekî ya Îranê binpêkirina biryarnama 2231an a Konseya Ewlehiyê nayê hesabê. Ev biryarnameya dixweze ku hemî welêt bila ji her kiryara ku cihanîna berpirsiyariyên rêketina navokî lawaz dike, dev berdin. Ger Îran li halê binpêkirina biryarnamê ye vêca Emerîka jî wisa ye.

 Pêştir jî hin welatan li bara hevkariya  mûşekî ya Îran û Koreya bakurî hin îdia kiribûn. Ev îdia bê şik bi armanca şantajan bûne li halkeê ku Komara Îslamî ay Îranê hevceyî bi nepenîkariyê tine. Îranê teknolojiya xwecihî ya berhemanîna  mûşekê û avêîtina setelaytê heye û li warê mûşekî û hewa fezayê jî hêz û şiyanên baş bi dest xistine.  îro rojê Îranê li warê mûşekan xwediyê stayl û şiyanên  serbixwe ye û bernamên taybet jî jêre hene.Loma pir eşkere ye ku  şanatjên bi vî rengî tu armancek xwe xêncî zext û zora ser Îranê bona  qebûlkirina zêdexwaziyên  Emerîka û rojavayê tine. îdiaya Fax Newsê, li bara hewldana  Îranê bona berfirehkirina   berevaniay mûşekî bi alîkariya Almanyayê jî ji vê meselê cuda nîne.