Adar 22, 2019 18:03 Asia/Tehran
  •  Rêberê giranqedr ê inqilabê: Ewrûpiyan li mesela rêketian navokî, şûr ji piştê xistin

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê inqlabê li yekim roja sala nû( berêvara roja pêncşemiyê) li nav koma bi coş a ziyaretkir û micêwirên herema rezewî, gotinên giring û kêrhatî li bara meselên rojê yên îsal, rûbirûbûna dewletên rojavayî bi Îranê û aboriyê û rewneqa berhemanînê hilêxist.

 Gotinên  rêberê giranqedr ê inqilabê  sekinîna ser hin mijaran bû ku li nihêrîna siayseta derve û naskirina  mahiyet û koka rojava giringiyeke taybet hene.

 Yek ji xalên gring li gotinên rêberê girnaqedr ê inqilabê,  kivşkirina  nexşe riya gihêştina bi qonaxeka aram a hêza aborî û  bergîriya aborî ye. Wî cihhatina vê armanca stratejîk girêdayî bi qutkirina hêvîdariya bi  alîkarî û hevrêtiya  welatên rojavayî da zanîn û destnîşan kir:  Azmûnên dîrokî û deskevtên eşkera derheq kar û kiryarên rojavayiyan nîşan didin ku mirov dikare ji wan çav li riya komplo û xiyanetê û ji paşve xencer lêxistina wan bimîne, lê divê ku kes li benda alîkarî û rastbêjî û hevrêtiya wan nemîne.

 Xala giring a din ku rêberê giranqedr li axiftinên xwe ser sekinî, meselên Komara Îslamî bi dewletên rojavayî ye. Wî li vê barê kesên ku her tim gefan li gel dixwen, bi zanetî an bi nezanî  ketine ber bayê gotinên  pûç an şerê rewanî yên dijminan û destnîşan kir: Yek ji ehmeqên emerîkî gotibû ku ger em ji rêketina navokî derkevin gelê Îranê nikarin êdî nanê xwe jî bikrin û kolanên  Îranê  dê aloz bibin. Her wiha yekî din jî gotibû emê Krîsmesa 2019`an li Têhranê cejn bigrin ku ev gotin an ji ber himaqeta wan e an rezîltî û şerê rewanî an  ji ber her duyan e.

Li  mijara Peymana Navokî ku di navbera Îranê û şeş welatên din hate girêdanê, piştî derketina Amerîkayê ji vê peymanê diviya ku ewropî li hemberî Amerîkayê rabûbûna û bi xwe jî li ser soz û pêsparteyên xwe bisekiniyana û li vê çarçovê de boykot rakiriban ku heya niha ev karana nekirine. Ew hertim şîretê li Îranê dikin ku ji Peymana Navokî dernekeve, lê di pratîkê de bi xwe ji vê peymanê derketine, çûnku boykotên nû li dij Îranê bikar anîn.

 Li gor nihêrîna piraniya navendên lêkolînê û stratejîk ên Emerîkayê, şerê dijwar li hember Îranê nekêrhatî ye û renge jî Emerîka li şerê dijwar bi Îranê re  rastî şerekî demdirêj were ku dawiya wê neserketî ye.

 Mark Balmêr yek ji stratejîstên  bi nav û deng ê emerîkî ye ku wî wek yek ji dahênerên siyaseta derve ya Emerîkayê bi nav dikin, li rapora Îran-Emerîka: Stratejiya nû,dinvîse:

Îran bûye qaweteke  kêm mînak ku êdî nikarin bi êrişa eskerî û şerê dijwar wê sernixûn bikin,belkî tenê riya sernixûnkirina nizama  Komara Îslamî ya Îranê şopandina mekanîzmên şerê nerim û îstifada ji teknîkên operasyona rewanî ya şerê nerim û bikaranaîna  operasyona rewanî ya propagendeyî bi îstifada ji doktorîna şerê medyayî ye .

Pir eşkere ye ku siyaset û qawet li rojava, çi li Ewrûpayê û çi jî li Emerîkayê, zalimane, zordarane, bê mentiq û zêdexwazane ye.Ev reftarên newekhev li nihêrîna rojavayê li terorîzmê û mesela mafên mirovan û mijara navokî tam eşkere ye.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha pêgîrî kir ku Hikûmeta Siûdî, «hikûmeta herî xirab a navçê, dîktator, zalim, fesadkar û pêvegirêdayî» ye û got:Rojavayiyan ji bo hikûmeteke wiha, îmkanên navokî û navendên berhemanîna mûşekan pêk tînin, çûnku hikûmeta Siûdî li bin bandora wan û girêdayî li wan e.

 Ev rasitî nîşan didin ku şerûtî û mudaxile, di zat û sirûşta Ewrûpa û Emerîkayê de heye . 

Her wek rêberê giranqedr  jî amaje pê kir , di navbera pêsparte û wezîfeya ewropiyan li gor Peymana Navokî û ew karên ku niha dikin ji erdê heya esmên cudatî heye û  û wî meselaKanala Malî ya navbera Îran û Ewropayê (INSTEX)  pirtir wek henekeke tal da zanîn ku ti wateya wê tine.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha bal kişand ser vê yekê ku  rê û meqseda gelê Îranê li hember lîstikên siaysî-aborî yên rojavayê tam zelal û eşkere ye û wî sala 1398an  sala derfet û firsendan bi nav kir û  bal kişand  îtirafa dijmin derheq seratirbûn û bihêzbûna Îranê li warê berevaniyê û got:Karîn û kolma giran a Komara Îslamî ya Îranê li warê berevaniyê, ji xwe heman Hêza wê ya pêşgîriyê ye ku bi saya boykotan bi dest ketiye û li warê aborî jî em dikarin derfeta boykotan bikin «Karîna Pêşgîriyê»