Adar 08, 2019 17:28 Asia/Tehran
  • Şirove- Serederîya Amerîkayê li hemberî gelê Îranê, seratir ji cinayeta dijî mirovantîyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf amajeyî nameya 66 zanyarên pizişkîya Îranê bo Sêkrêtêrê Gişt NY kir û ji civaka cîhanî xwest ku boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê nemaze yên warê pizişkîyê şermezar bike.

Berî vîya Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî Çarşemê şevê got: Hikûmeta Amerîkayê bi derewan idia dike ku tenê pirsgirêka wê digel Nizam û hikûmeta Îranê heye û ev idiaya dereweke bêşermane ye, ew heta di warê avakirina navendeke dermanî jibo gelê Îranê da jî zorê disepînin. Rûhanî herwiha got: Ya ku hikûmeta Amerîkayê li hemberî gelê Îranê dike, seratir ji boykotkirinê û cinayeta dijî mirovantîyê ye.

Sîyaseta nika ya dewleta Amerîkayê, asta herîjorîn a kîn û dijminatîya li hemberî gelê Îranê nîşan dide. Serokomarê Amerîkayê Donald Trump piştî ku di 8`ê Gulana sala 2018`an de vekişîna yekalî ya welatê xwe ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê ragihand, boykotkirina giştalî ya Îranê xist destûrkara xwe.

Sîyaseta Amerîkayê li hemberî Rêketinama Atomî tevê vekişîna ji vê rêketinamê ku Konseya Ewlehîyê ya NY jî ew erê û piştrast kiribû, nagire ber xwe. Sîyaseta ku Amerîkayê li hemberî Îranê girtîye ber xwe, bandor li jîyana rojane ya gelê asayî kirîye. Boykotkirina giştalî ya Îranê û bandordanîna wê ser jîyana gel, nîşana dijminatîya Amerîkayê li hemberî gelê Îranê ye û neyarîya li hemberî Rêketinama Atomî ya digel Îranê tenê hecetek e.

Sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê da û bisînorkirina ticareta navnetewî, bi awayekî xwezayî bandorê li şîyana Îranê ya bidestxistina xizmetên tenduristî û dermankirin, derman û pêwîstîyên pizişkî dike.

Li gorî hiqûqên navnetewî û mirovan, welat divê rêzê li mafê bidestxistina xizmetên pizişkî bigirin û nabe ku berbendan danin ser vê rêyê.

Tevî vê yekê dewleta Amerîkayê idia dike ku sepandina boykotê ser Îranê da, pişka derzî û dermanan nagire ber xwe. Eva di halekî da ye ku Ajansa Nûçan a Reutersê vê dawîyê di raporekê de nivîsî: Berovajî idiaya Amerîkayê, şirketên xwarek û dermîn di encama boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê de peymana bi alîyên îranî re ibtal dikin.

Serokê Navenda Karên Hiqûqa Navnetewî ya Serokomarîya Îranê Muhsin Muhêbbî jî vê dawîyê amajeyî idiaya Amerîkayê ku dibêje pişka derzî û dermanan a Îranê boykot nekirîye kir û got: Pergala Navnetewî ya Bankî piştgirîyê nade danuistandina xwarek û dermîn a digel Îranê lewma, ev warana hela jî boykotkirî ne.

Tişta ku eyan û teqil e, ew e ku boykotên Amerîkayê bi awayekî rasterast gelê Îranê dikin armanc û her cure xwevedizîna Amerîkayê ji vê yekê, hewildanek jibo qanihkirina raya giştî û pînekirina vî karê Waşîngtonê ye. Helwêst û dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê jî bi awayekî zelal kivş dike ku dewleta Amerîkayê di pêşdebirina sîyasetên xwe li hemberî Îranê de, rêzê li gelê Îranê nagire.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê di 3`yê Cotmeha buhurî de hêjabûna xwe jibo şopandina şikayeta Îranê ya dijî Amerîkayê ragihand ku dîyar kir ku divê boykotên ku Amerîkayê di warên derzî û derman, xwarek, mirovhezî û hewayî ser Îranê da sepandine, divê bên rakirinê.