Adar 07, 2019 16:00 Asia/Tehran
  • Îran û Iraq bereberê qonaxa nû ya hevkariyan

Serokê meclisa nûneran a Iraqê li sefera Têhranê bi berpirsên pilebilind ên Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina hevkariyan gotûbêj kir.

 Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana  nûnerên Iraqê li halekê sefera Îranê kiriye ku rayedarên  her du welatan daxaza berfirehkirina hevkariyên navbera Têhran û Bexdayê li hemî waran dikin.

Îran û Iraq wek du welatên cîran pû hebûna xalên hevpar ên zav ên  çandî û mezhebî, tim li riya xurtkirina têkiliyên dualî pêngav hilanîn. Iraq wek welatê cîran giringiyeke taybet li têkiliyên  derve yên Îranê heye. Nihêrîna Îranê li Iraqê, nihêrîneke  stratejîk e û loma ewlehî û aramiya Iraqê, ewlehî û aramiya Îranê ye jî.

 Li gor vê nihêrînê, dema koma terorîstî ya DAIŞê çû Iraqê û bajarên curbicure vî welatî kir hedef Îran di hewara Iraqê de çû û hevkariya stratejîk ên du welatên cîran, pişta  DAIŞ`ê li erdê xist. Niha li Iraq piştî DAIŞê derfetên nû pêk hatine ku Îran wek welatê cîran ê bawerpêkirî tim rola xwe ya erênî li vî welatî bişopîne.

 Sînorên dirêj û hevpar, xalên çandî û mezhebî yên gelê Îranê û Iraqê û  hevkariya di bazara vî welatî û dabînkirna hevcetiyên  bingehîn  ên Iraqê, her du welat li riya xurtkirin û berfirehkirina  hevkariyan bihêz kiriye.

  Îran wek welatê bawerêkirî yê Iraqê, hevcetiyên xwe yên bingehîn li warê enerjiyê dabîn kirine. Helwestên kêrhatî yên Iraqê, Têhran û Bexda li vekirina  qonaxeke nû ji hevkaiyan bi taybet li beşa enerjiyê cidî kiriye.

 Li vê çarçoveyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê, 11 Adara 2019`an sefera Iraqê dike. Ev sefera ji ber rewşa niha ya navçê, dê  seredaneke  dîrokî û xala werçerxanê li peywdniyên  Têhran û Bexdayê piştî damezrandina  dewleta nû ya Iraqê be. Beşdariya serokê parlemana nûneran a Iraqê li  Têhranê û şêwirînên berdewam bi berpirsên  Îranê destpêka sefera dîrokî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê ye ku bikaribin encamên baş ji vê seferê werbigrin. Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê çarşemiyê şevê li hevdîtina serokê parlemana  nûneran a aIraqê got: Viyana rêberî, dewlet û meclisa şêwra Îslamî ya Îranê hevkariya bi biratî û nêzîk bi Iraqê re ye.Îran û Iraq li warê aborî zirûfên zav bo berfirehkirina hevakriyên  aborî û ticarî hene û sefera tê ya serokkomarê Îranê bo Bexdayê, asoyeke nû li têkiliyên  aborî yên du welatan resim bike.Li vê barê, Riza Rehmanî, wezîrê pêşe, maden û ticareta Îranê, roja çarşemiyê li kêleka  hevdîtina wezîrê ticareta Iraqê li Têhranê bal kişand  ser peywendiyên baş yên navbera her du welatan û teqez kir: Îran û Iraqê xwestine ku asta danûstandina xwe ya ticarî heya du salên din bighînin 20 milyar dularî. Îranê mewqiyeke baş bo berfirehkirina  ticareta bi Iraqê re û xurtkirina  hêza aborî ya vî welatî heye ku xalên hevpar ên  mezhebî û çandî yên gelê Îranê û Iraqê li vê riyê, bandoreke kêrhatî heye. Ji ber nihêrîna hevpar a Îran û Iraqê li giringiya peywendiyên navbera her du welatan, derfeteke baş pêk hatiye ku asta  danûstanên ticarî yên Îran û Iraqê ji nêzîkî 13 milyar dularî ya niha li salê bighêje  20 milyar dular li salê.