Pêkanîna aşitiyê maye ser hevdiliyê ne serdestîxwaziyê
Wezîrê karên derve yê Îranê got ku hizra li gor serdestiyê û xebitandina çekên kavilkir, divê bibin wek bîr û hizra gotûbêj û hevdiliyê.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemiyê li civîna navneteweyî ya cîhana Newrozê li Têhranê destnîşan kir: Werin ji zar û zimanê Îranê, ji zimanê welatê Newrozê û çanda Newrozê ji hemî cîhanê re bibêjin ku bi serdestîxwaziyê, aşitê pêk nayê û bi reftar û bîr û hizra xwe ya newrozî nîşanî cîhanê bidin ku dewrana hejmonî û serdestîxwaziyê bi dawî bûye.
Wezîrê karên derve yê Îranê got ku yên ku heft trîlyon dular xerc kirine îro rojê rewşa wan ji roja ewil jî xirabtir bûye û bila bizanbin ku ger 70 heya 700 trîloyon dular jî xerc bikin, rewşa hema eva ye.
Amajeya wezîrê karên derve yê Îranê, bi Emerîkayê ye ku hewl dide bi qawet û zordarî siyasetên xwe li navçên curbicure cîhanê bi pêşde bibe. Yek ji navçên giring li cîhanê, navça stratejiya rojava Asiyayê ye ku li çend salên buhurî Emerîkayê bi milyaran dular xerc kiriye lê tiştek xêncî işkesta vî welatî û dewama bêewlehiyê tine bûye.
Dewleta niha ya Emerîkayê bi serokatiya Donald Trump cardinê yekalîxwazî û serdestîxwazî li asta navneteweyî dişopîne nihêrîna ku xetereke cidî bo aşitî û ewlehiya cîhanî bûye û rastî berteka civaka cîhanî hatiye.
Sersariya dewleta niha ya Emerîkayê li hember qanûn û peymanên navneteweyî û îsrara ser firotina çek û sîlehan bo hevpeymanên wê li navçên curbcure ji wan rojava Asiyayê bi mehna garantîkirina ewlehiya wan, ne tenê ser qezanca aşitî û ewlehiya cîhanî ye belkî şîdet û bêewlehiyê dê pêk bîne.
Emerîkayê li navça rojava Asiyayê û navça kendava Farsê, armanc û berjewendiyên xwe bi wekalet dişopîne û bi gefê, garantîkirina ewlehiya Rejîmên mîna Rejîma Siûdî girêdayî bi kirîna çekan ji Emerîkayê pênase dike.
Ev nihêrîna bûye sedema pêşbirkên çek û sîlehî li navçê û tevî firotina bayê milyaran dularî çek û sîlehan bo hin Rejîmên navçê, prespektîveke erênî bo aşitî û ewlehiyê nayê xûyanê. Ev nihêrîna işkest xwarî li halekê ji aliyê Dewleta Donald Trump tê şopandin ku Emerîkayê tevî ku gelek jî pere kiriye,lê serokkomarê wê bi şev sefera Iraqê dike. Xêncî viya, tevî piştgiriya giştalî ya Emerîkayê ji komên curbicur ên terorîstî li Sûriyê bona bipêdebirina sedestiya xwe, niha riyek xêncî derketina ji vî welatî tine. Li vî warî, serdar serleşkir pasdar Qasim Sulêymanî, fermandê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, çarşemiyê şevê bal kişand ser işkesta Emerîkayê li Iraqê û destnîşan kir: Emerîkayê 7 Trîlyon dular li navçê xerc kir lê serokkomarê vî welatî divê bi şev û bi dizîve sefera Iraqê bike. Ezmûn û tecruba niha ya navça rojava Asiyayê nîşaneke qahêm e ku bi çek û bi serdestîxwaziyê dê aşitî cih neyê û serdema yekalîxwaziya hejmoniyê jî bi dawî bûye. Ji ber vê rasitiyê, wezîrê karên derve yê Îranê li civîna cîhana Newrozê, gotûbêj û hevdengiya welatan wek riyeke baş û dilniya bo gihêştina bo aşitiyê raghand. Li ser vê esasê, hevkarî û hebûna peywendiyên bi aşitî û bi rûmet û çendalî bi cîhanê re bêyî tu cure serdestîxwazî û qebûlkirina serdestiyê, bingeha siyaseta derve û startejiya Komara Îslamî ya Îranê bo cihhatina aşitî û ewlehiya cîhanî ye ku bingeha wê li çand û hizra Newrozê de ye.