Sibat 26, 2019 19:17 Asia/Tehran
  • Berî hilbijartinan, Erdogan pêla nijadperestiya Tirk bilind dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, HDP dixwaze Tirkiyê parçe bike, bi vê armancê behsa Kurdistanê dike û CHP û Îyî Partî jî bi armanca dijayetiya AKP hevkariya wan dikin. Eva di rewşekê de ye ku Erdogan bi xwe sala 2013 bi caran diyar kiribû ku li dema Osmaniyan eyaletek bi navê Kurdistanê hebû.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên herêmî re, rayedarên partiya desthilat a AKPê pêla nijadperestiya Tirk bilind dikin. Li gor kompaniyên rapirsiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê êdî pirsa Kurdî yan pirsa ewlekarî wek kêşeya sereke ya Tirkiyê nîn e. Zêdetir metirsiya birçîbûn û têkçûna aboriyê bûye sereke.

Lê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser pirsa Kurd û Kurdistanê li dijberê xwe  rexne dike û dibêje, HDP dixwaze Tirkiye parçe bike, CHP û Îyî partî jî pê re hevkariyê dikin.

Erdogan dibêje: "Hevserokê partiya ku hevpeymana CHPê ye dibêje, li Kurdistanê dengên xwe bidin HDPê. Ma qey li Tirkiyê, herêma bi navê Kurdistanê heye? çima Kemal Beg bi kesên weha re diçe hilbijartinê. Îyî Partî çawa bi wan re hevkariyê dike. Ka lê binêrin, dibêje li Kurdistanê deng bo HDP û li rojavayê Tirkiyê jî bo hilweşandina AKP û MHP deng bidin."

Piştî gotara Erdogan li ser torên civakî gotinên berê yên serokomar hatin bibîrxistin. Sala 2013'ê Erdogan rexne li CHP û MHP girtibû ku ji peyva Kurdistanê ditirsin û got, di dema Osmaniyan de bi navê Kurdistan eyaletek hebû.

Erdogan di sala 2013an de gotibû: "Peyva Kurdistanê di Parlemana Yekemîn ya Tirkiyê de gelek caran derbas dibe û di gotarên Mustafa Kemal de jî hene. Di dema Osmaniyan de jî, başûrê rojhelat û rojhelatê Tirkiyê wek Eyaleta Kurdistanê tê binavkirin, herêma Derya Reş jî wek Lazîstanê tê binavkirin. Ev hemû mîratên dîroka me ne. Jiber em peyva Kurdistanê bikar tînin ji me re dibêjin tu parçebûna Tirkiyê dixwazî, ma qey Mustafa Kemal jî parçebûna Tirkiyê dixwest."

Ne tenê bi ax û xelk, vê carê yekser navê Kurdistanê bûye armanc. Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê bi armanca daxistina çar partiyên ku di navên wan de peyva "Kurdistan" heye, doz vekir. Kiryarên qeyuman jî li dijî çand û zimanê kurdî gelek dibin mijarê rexneyan.

Beriya du salan jî, Cîgira Serokê Parlemana Tirkiyê jiber derbasbûna peyva Kurdistanê di nav axaftina wî de ji parlamenterê HDPê Osman Baydemîr dipirse ku Kurdistan ku derê ye, ew jî dilê xwe nîşan dide.

Pispor û siyasetmedar balê dikşînin ser guherîna avhewaya Tirkiyê ku, desthilat li gor berjewendiyên wê demê rastiya Kurdistanê qebûl dike, kurdan wek xwişk û birayên xwe dibîne, lê dema ba bizivre, Kurdistan namîne û piraniya kurdan jî wek terorîst tê nişandan.