Wehabiyet: Sedema xwînrêjiyê li cîhana Îslamê
Fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Tekfîriyên li axa Pakistanê ku ji aliyê Erebistanê va piştgirî dibin, bo welatên cîranê xwe ji wan Hindustan, Efxanistan û welatên din bûne pirsgirêk û divê Pakistan vê meselê baş fehm bike.
Serdar serleşkir Qasim Suleymanî roja pêncşemiyê bal kişandin ser vê yekê ku sedema bêtifaqî û xwînrêjiyê li cîhaa Îslamê ye û destnîşan kir: dewlet û gelê Pakistanê nabe bihêlin diravên Erebistanê bikeve destê terorîstên tekfîrî û Pakistanê derxînin pêşberî cîhanê.
Rejîma Siûdî li saya piştgiriyên Emerîkayê li navçê roleke kavilkir dilîze û lê dixebite bi piştgiriya ji terorîstan, bêewlehtiyê bikşîne nav sînorên Îranê jî.
Derbasbûna terorîstan li navçên sînorên yên Pakistanê û piştgiriya aborî ya Rejîma Siûdî ji wna bûye sedem ku tekfîrî ji ber sistiya Pakistanê bona rawestana li ber terorîzmê, carnan, navçên sînorî yên Îranê jî bêewleh bikin.
Cinayeta terorîstî ya 13 Sibata 2019`an li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku ku li encama wê 27 kse ji sînorparêzên Îranê hatin şehîdkirin, bi başî nifûza terorîstan li navçên sînorî yên Pakistanê û piştgiriya Rejîma Siûdî ji wan bo pîjkirina li dijî Îranê nîşan da. Sebebkarê întiharî ku ûtûbûsa sînorparêzên Îran da ber êrişan, pakistanî bû û ev nîşana sersariya Pakistanê bo rawestana li ber terorîzmê ye.
Bîrdoziya wehabiyetê li Pakistanê berbilav bûye û xwendingehên olî li vî welatî ku bi diravên siûdiyan tên îdarekirin, bûn navendên pêkhatin û belavbûna terorîstan. Ev rola ewqas ji hemî cîhanê re eşkere bûye ku Yekitiya Ewrûpayê vê adwiyê navê Erebistana siûdî ji ber sersariya vî welatî bona rawestana li ber dabînkirina aborî ya teroîzmê xiste lîsteya reş.
Li vê barê Ro Xana(Khanna), endamê meclisa nûneran a Emerîkayê heftiyek berî niha raghand: Erebistan, çek û sîlehên emerîkî dide endamên koma terorîstî ya El-Qaidê li Yemenê.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê jî vê dawiyê got: Koma terorîzmê ku îro rojê cîhan hemî bi taybet navça Rojhilata navîn girtiye ber wxe, cihek xêncî Erebistana Siûdî û bîr û ra û hizrên fanatîst ên wê nîne.
Pakistan ji ber bandor û berfirebûna bîrdoziya wehabiyetê û hînkirina wê li xwendingehên olî yên ku ji aliyê ERebistanê ve piştgirî dibin, bûye cih û mekanek bo liv û etvegrên tekfîriyan.
Di rewşeke wiha de divê berpirsên Pakistanê li hember nifûza terorîstan ji axa vî welatî bo nav axa Îranê cidîtir bin.
Nihêrîna niha ya dewleta Pakistanê bona rawestana li ber terorîstan ne bi dilê Îranê ye û û ji bo pêkhatina ewlehiya mayînde li sînorên hevpar divê dewleta Pakistanê zêderi hewl bide. Ne ku Îran bona berevaniya ji sînorên xwe, rawestana li ber terorîstan, û hildana heyf û tola xwîna sînorparzêên Îranê ku li cinayeta terorîstî ya Zahidanê şehîd bûn, cidî ye.
Çawa ku fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kiriye, Komara Îslamî ya Îranê dê heyf û tola ciwanên îranî ji kirêgirtiyên tekfîrî bistîne.
Îranê roleke giring li warê rawestana li ber terorîzma ku ji aliyê Emerîka û Rejîma Siûdî ve piştgirî dibe , heye. Rawestana rastîn a Îranê li hember komên curbicure terorîstî li Sûriyê û Iraqê bû sedema işkesta DAIŞ`ê li van du welatan.Ev nihêrîna Îranê, hişyariyeke bo alîgirên terorîstan ku fehm bikin Îran bon arawestana li ber terorîzmê sînoran nas nake bona derbelêxistina li tekfîriyên li navçên sînorî yên Îran, biryareke cidî daye.